Li Lubnanê 11 Sûriyeyî li ber avê çûn

11 welatiyên Sûriyeyî di çemê El Kebîr ê li bakurê Lubnanê de li ber avê çûn.

Li Lubnanê 11 Sûriyeyî li ber avê çûn
28 kanûn, 2025   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Zarok jî di nav de 11 welatiyên Sûriyeyê dema dixwestin çemê El Kebîr li ser sînorê Sûriyeyê û Lubanê derbas bikin û vegerin Sûriyeyê, li bar avê çûn.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku Hêzên Parastina Sivîl mêrek û 2 jin xilas kirin, 8 kesên din jî hîna winda ne.

Li gorî agahiyan, kesên winda kalemêrek, 2 jin û 5 zarok in, li ber avê çûn û lêgrîna wan dewam dike.

Di demên dawî de ava çemê El Kebîr zêde bûye, hin welatî jî bi qaçaxî çem derbas dikin, ev jî jiyana wan dixe xetereyê.

(k)