Amerîkayê Bûşehr, Xûzistan û Bender Ebas bombebaran kirin

Artêşa Amerîkayê îro êrişên nû li deverên Bûşehr, Zûzistan û Bender Ebas ên Îranê pêk anîn.

Amerîkayê Bûşehr, Xûzistan û Bender Ebas bombebaran kirin
14 tîrmeh, 2026   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê îro (14 Tîrmeh 2026) êrişên nû li başûrê Îranê pêk anîn. Li gorî ajansa ÎRNA'yê, 4 cih li Bûşehrê (navenda nukleerî) hate hedefgirtin. Her wiha deverên petrolê li parêzgeha Xûzistanê, di nav de Abadan û Mahşehr (ku kevintirîn rafîneriya petrolê ya Rojhilata Navîn lê ye), hatin hedefgirtin.

Li Bender Ebas a nêzî Tengava Hurmuzê, dengê 5 teqînan hatiye bihîstin. Bender Ebas navendeke leşkerî û deryayî ya girîng a Îranê ye.

Amerîkayê 3 roj e li dijî dever û nuqteyên Îranê êrişan pêk tîne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku êrişan pergalên parastina peravê, kargehên dron û mûşekan û wesayîtên deryayî hedef girtine.

Li gorî medyayên Îranê, hejmara miriyan ji destpêka operasyonên leşkerî yên hefteya borî ve derketiye 28 kesan û tirs heye ku pevçûn berfireh bibe, ewlehî û peydakirina enerjiyê li herêmê bikeve xetereyê.

(fr)