KOMAW: Divê sûcdarên komkujiya Kobanê werin darizandin

KOMAW’ê têkildarî komkujiya li gundê Berxbotanê yê Kobanê daxuyanî da û got: “Divê sûcdar werin darizandin û bang li hemû rêxistinên mafparêz û kesên xwedîwijdan dikin ku li hemberî hovîtiyê dengê xwe bilind bikin.”

KOMAW: Divê sûcdarên komkujiya Kobanê werin darizandin
17 adar, 2025   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Komelaya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li hemberî êrîşa dewleta Tirk a li ser Gundê Berxbotan ê Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KOMAW’ê wiha heye:

“Li dijî Gundê Berxbotan ê Kobanê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve êrîşeke SÎHA’yan pêk hat û di encama êrîşê de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatin qetilkirin. Hedefgirtina malbateke ku ji dayik, bav û zarokan pêk tê, bi ti awayî nayê qebûlkirin û rûyê hov ê şerî careke din xwe nîşan daye.

Berpirsiyarên vê êrîşê, polîtîkayên dewleta Tirk in ku ti nirxên mirovî û hiqûqî nas nakin û welatiyên sivîl hedef digirin. Di serdemeke wiha de ku aşitî di rojevê de ye, pêkanîna komkujiyeke wiha ya hovane bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Em weke Komeleya Malbatên Şehîdan vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin, dibêjin ku divê sûcdar werin darizandin û bang li hemû rêxistinên mafparêz û kesên xwedîwijdan dikin ku li hemberî hovîtiyê dengê xwe bilind bikin.”