Li parlamentoyê axivî lê behsa zêdekirina buhayê sotemeniyê nekir

Wezîrê Enerjiyê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Mihemed El Beşîr li parlamentoyê axivî, lê behsa buhayên sotemeniyê nekir.

Li parlamentoyê axivî lê behsa zêdekirina buhayê sotemeniyê nekir
20 îlon, 2026   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku li seranserî Sûriyeyê xwepêşandan li dijî biryara zêdekirina buhayên petrolê dewam dikin, wezîrê Enerjiyê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Mihemed El Beşîr li parlamentoyê  axivî.

El Beşîr behsa hilberîna petrol  û gazê, kapasîteya parzûngehan, pêdiviya herêmê û pirsgirêkên ku sektor pê re rû bi rû kir.

El Beşîr anî ziman ku li Sûriyeyê 78 zeviyên petrolê hene, rojane nêzîkî 112 hezar bermîlî hildiberîne, berê 140 hezar bermîl hildibirand. El Beşîr destnîşan kir ku herêm ji bo  dabînkirina pêdiviyên xwe xwe dispêre îtxalkirina mîqdarên zêde yên petrol û berhemên rafînerkirî.

Li gorî El Beşîr,  kapasîteya rafîneriyê rojane nêzîkî 150 hezar bermîl e, di heman demê de rêjeya berhemên petrola rafînerkirî yên îtxalkirî jî rojane nêzîkî 150 hezar bermîl e.

El Beşîr der barê gazê de jî got, hilberîna navxweyî rojane ji nêzîkî 6 mîlyon metrekub heya 8 mîlyon metrekub zêde bûye, pêdiviyên welêt rojane digihîjin nêzîkî 24 mîlyon metrekubî.

El Beşîr anî ziman ku Sûriye rojane bi qasî 6.3 mîlyon metrekub gaz, bi lêçûna nêzîkî 140 mîlyon dolarî mehê ji Azerbaycanê û ji keştiyek li bendera Akabayê ya Urdunê îtxal dike. Her wiha destnîşan kir ku wezaretê bi armancên nûjenkirinê hejmarek bîrên petrolê bi demkî girtine û komîteyek ava kiriye da ku depoyên petrolê lêkolîn bike û nexşeyek nû ya cihên petrol û gazê amade bike.

PARZÛNGEH Û BINESAZÎ

El Beşîr da zanîn ku parzûngeha Banyasê hat sererastkirin, lê ya Humusê tevî rewşa xwe ya teknîkî hîna dixebite heya ku parzûngehên nû werin avakirin. Ji ber vê yekê pêşniyar kir ku parzûngehên ceyranê wekî vebijêrkeke ji bo dabînkirina petrolê were bikaranîn.

PÊDIVIYÊN ROJANE

Li gorî El Beşîr, pêdiviyên rojane yên ji bo hilberên petrolê bi qasî 12 mîlyon lître mazot, 8 mîlyon lître benzîn û 8 hezar p 500 fuela ku di santralên elektrîkê û pîşesaziyê de tê bikar anîn, her wiha nêzîkî 1 hezar 300 ton gaza navxweyî ye.

Mihemed El Beşîr got, xerckirina elektrîkê ya pîşesaziyê ji sedî bi qasî xerckirina giştî ye.

El Beşîr bal kişand ser pirsgirkên ku qada enerjiyê pê re rû bi rû ye û got, ji wan pirsgirêkan zehmetiya dabînkirina petrola xav û parçeyên guhertinê, hewcedariya bi perçeyên biyanî û pêdiviyên nûjenkirina binesaziyê ne.

Mihemed El Beşîr di axaftina xwe de anî ziman ku wezaret li ser peymanan bi welatên hilberîner ên petrolê re dixebite heya ku hilberîna navxweyî zêde bibe û planên kolandina bîrên gazê yên nû dike.

Wezîrê enerjiyê behsa biryara zêdekirina buhayên sotemeniyê û xwepêşandanên gel ên li dijî biryarê nekir.

(bb)