Li parêzgeha Enbar 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di encama operasyonên li çend navçeyên parêzgeha Enbar 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li parêzgeha Enbar 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
11 kanûn, 2023   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Operasyonan ya Enbarê ragihand ku li deverên Feluce, Qeym Ene û Rumadî yên li sînorê parêzgeha Enbarê, 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Her wiha hate diyarkirin ku encama operasyona de hinek teqemenî hatine desteserkirin ku dihat plankirin bi van teqemeniyan kiryarên terorî pêkbînin.