Hisên El Osman: Konferansa Azadiya Rêber Ocalan xwedî girîngî û bandoreke mezin e

Hisên El Osman anî ziman ku Konferansa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajrê Reqayê xwedî girîngiyeke mezin e û got bajarê Reqayê ji bajarê ku herî zêde di dema serweriya DAIŞ′ê de zilm û zor dîtiye. Osman got armanca beşdarên konferansê ew e ku peyama daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bigihînin cîhanê.

Hisên El Osman: Konferansa Azadiya Rêber Ocalan xwedî girîngî û bandoreke mezin e
11 kanûn, 2023   12:11
REQA
ENES MIHEM

Duh li avahiya Zanîngeha Şerq a li Reqayê bi dirûşma “Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de” Konferansa Yekemîn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê pêk hat.

Konferans ji aliyê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Yekitiya Bijîşkan ve hate lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên El Osman girîngiya lidarxistina konferansa yekemîn li bajarê Reqayê nirxand.

Hisên El Osman anî ziman ku lidarxistina konferansê li bajarê Reqayê xwedî girîngiyeke mezin e û wiha axivî: “Di dema serweriya DAIŞ′ê de bajarê Reqayê ji bajarên herî zêde zilm dîtiye. Piştî ku Reqayê azadiya xwe bi dest xist, em dixwazin nameyekê bidin tevahî cîhanê ku wateya azadiyê nas bikin. Li ser vî bingehî ev konferans li Reqayê hat lidarxistin da ku peyama xelkê Reqayê û beşdarên konferansê ya daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bigihîne cîhanê.”

El Osman her wiha got: “Konferans li Reqayê hat lidarxistin da ku nameya wê xurt bike û tevahî welatên cîhanê, bi taybetî dewletên ku îdiaya mafên mirovan dikin, li gel binpêkirinên mafên mirovan di doza girtina Rêber Abdullah Ocalan de bibihîzin.”

Hisên El Osman her wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker mafên mirovan binpê dike û Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên herî sereke bê par dihêle.”

(bb)

ANHA