Piştî gazincên şêniyan Şaredariya Gel hewl dide çareseriyê bibîne

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê daxwaz kir ku pirsgirêka sergoya nêzî gundê Mizgeft çareser bibe. Şaredariya Gel jî soz da ku di çend mehên bê de vê pirsgirêkê bi temamî çareser bike.

Piştî gazincên şêniyan Şaredariya Gel hewl dide çareseriyê bibîne
Piştî gazincên şêniyan Şaredariya Gel hewl dide çareseriyê bibîne
Piştî gazincên şêniyan Şaredariya Gel hewl dide çareseriyê bibîne
Piştî gazincên şêniyan Şaredariya Gel hewl dide çareseriyê bibîne
Piştî gazincên şêniyan Şaredariya Gel hewl dide çareseriyê bibîne
Piştî gazincên şêniyan Şaredariya Gel hewl dide çareseriyê bibîne
30 nîsan, 2024   14:51
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Cizîrê, di çend rojên dawîn de û bi germbûna hewa re, bêhnên nexweş ji sergoya li nêzî gundê Mizgeft derdikevin û digihêjin heta navçeyê.

Şewitandina sergoyê bêhnên nexweş zêdetir dike ku bi awayekî rasterast bandorê li navçeyê û gundên derdorê dike. Di çend rojên dawîn de ji ber şewitandina sergoyê, dûmaneke giran li navçeyê çêbû.

Şaredariya Gel jî diyar kir ku bi lihevkirina Şaredariya Gel a Tirbespiyê û Şaredariya Gel a Qamişloyê re cihê sergoyê hatiye diyarkirin, da ku dûre ji hev were veqetandin ji bo ku sûdê jê bigirin. Lê belê ev yek heta niha pêk nehatiye.

Şêniyê bi navê Ferhad Hecî Yasîn da zanîn ku ji çend rojan ve û bi germbûna hewa re, bêhnên nexweş li navçeyê belav bûne.

Yasîn ev rewş rexne kir û got: "Em bang dikin ev pirsgirêk çareser bibe. Ji ber ku şaredarî ya me û ya gel e. Ji erka wê ye û ji mafê me ye pirsgirêkên me çareser bike. Em dixwazin sergoyê bibin cihekî din.”

Welatiyê bi navê Hemûd Zuhdî jî nexweşê astimê ye û got: "Ji duh ve nikarim razêm. Neçar mam ji mal derkevim û biçim maleke xizmên xwe ku 20 kîlometreyan dûr e.”

Zuhdî bang kir ku ev pirsgirêk bi lez bê çareserkirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Cemal Xelîl der barê giliyên şêniyan de got: "Ji duh ve bê navber em kar dikin ji bo ku agirê bi sergoyê ketiye vemirînin. Bendên axê li dora sergoyê çêdikin da ku agir negihêje zeviyan."

Xelîl ji ber pirsgirêkê rexne li xwe girtin û soz da ku di demeke zû de pirsgirêkê çareser bikin û wiha domand: "Bi rastî êdî em gemarê nabin sergoya Mizgeftê. Me hin amûr anîn ji bo ku yekser di sergoyê de gemarê ji hev veqetînin û ji bêhna nexweş xilas bibin.”

Cemal Xelîl ev agahî jî parve kir: "Kesekî agir bi sergoyê xistiye. Cara yekê erebeyên agirkujiyê bi şev çûn û agir vemirand. Lê vê sibê dîsa agir bi sergoyê ket. Me lêpirsînek vekir ji bo ku bizanin kî ev agir vêxistiye."

(şx)

ANHA