Li Pakistanê di qezaya otobusê de 40 kes mirin

Li herêma Belucistan a li başûrê rojavayê Pakistanê otobusa bi dehan rêwî tê de bûn, di xendeqeke kûr de wer bû. 40 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.

Li Pakistanê di qezaya otobusê de 40 kes mirin
3 tîrmeh, 2026   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedarên xwecih û Ajansa Enqazê, li herêma Belucistanê ya li başûrê rojavayê Pakistanê otobuseke 48 rêwî tê de bûn, di xendeqeke kûr de wer bû. Rayedaran da zanîn ku di encamê de 40 kes mirine û 8 kes birîndar bûne.

Çavkaniyan da zanîn ku otobus ji paytexta Belucistanê Koytayê ber bi Îslamabadê ve bi rê ketibû û sedema qezayê hîna nehate zanîn.

Hate ragihandin ku ekîbên enqazan dest bi rakirina qurbaniyan kir û birîndar birin nexweşxaneyan. Der barê bûyerê de jî lêkolînê dest pê kiriye.

(bb)