Partiya Yekitiya Suryan teqîna li Şamê şermezar kir

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê teqîna li Şamê şermezar kir û banga xurtkirina tedbîrên parastina sivîlan kir.

Partiya Yekitiya Suryan teqîna li Şamê şermezar kir
3 tîrmeh, 2026   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyeyê têkildarî teqîna duh a li Şamê ya li hundirê qehwexaneyekê rû dabû, daxuyaniyeke nivîsekî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi êş û xemgîniyek kûr me agahiya teqîna terorî ya li dijî sivîlan a li nêzî avahiya edaletê ya Şamê pêk hatibû bihîst, ku di encamê de qurbanî çêbûn, zerar di dikan û avahiyên derdorê de pêk hatin û tirs di çêkir.

 Ev vî sûcê nemerdane bi tundî şermezar dikin. Em teqez dikin ku teror bi hemû şêwe û wêneyên xwe binpêkirina mafê jiyanê, nirxên mirovahiyê û serdestiya qanûnê ye ku bi tu bihaneyan nayê rewakirin û qebûlkirin.

Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Em piştgiriya xwe bi hemû mexdûrên vê êrişa mezin radigihînin.

Em bang li aliyên têkildar dikin ku lêkolîneke berfireh û şefaf pêk bîne da ku hurguliyên vê êrişê werin aşkerakirin da ku berpirsên wê werin aşkerakirin û li gorî qanûnan sewqî edaletê werin kirin. Di heman demê de em banga xurtkirina tedbîrên parastina sivîlan û silametiya wan dikin."

(bb)