Li Odessayê êrişa bi dronan a Rûsyayê: 1 kuştî, 4 birîndar

Ji ber êrişên Rûsyayê yên bi dronan li du bajarên Ukraynayê şewat derket, kesek 59 salî hat kuştin û bi kêmanî 4 kes birîndar bûn.

Li Odessayê êrişa bi dronan a Rûsyayê: 1 kuştî, 4 birîndar
10 hezîran, 2025   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku hêzên Rûsyayê şeva duşem-sêşem êrişeke dijwar a bi dronan li dijî Kîev û bajarê Odessayê pêk anîn. Rayedaran diyar kirin ku nexweşxaneyeke welidandinê jî hat hedefkirin.

Hêzên Rûsyayê wekî "Tolhildana dijî êrişên vê dawiyê yên Kivê yên di hundirê Rûsyayê de" duh êrişeke berfireh a bi dronan li dijî Ukraynayê dabû destpêkirin.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko bi rêya Telegramê bang li xelkê li paytext kir û got: "Li stargehên xwe bimînin! Êrişa mezin a li ser paytextê berdewam dike."

Klitschko destnîşan kir ku ji ber ku êrişê avahiyek şewit.

Li gorî agahiyên ku şahidan dane Reutersê, li seranserê bajêr dengê rêzeteqînan hat bihîstin.

Têkildarî êrişê li herêma Odessa ya başûrê Ukraynayê jî, waliyê herêmê Oleh Kipper ev agahî li ser Telegramê parve kir " Êrişek mezin a bi dronê hat kirin. Nexweşxaneya welidandinê, klînka rewşên  awarte û avahiyên niştecihan hatin hedefkirin. Li naverasta Odessayê jî avahiyên şêniyan hilweşiyan û hin bi zerar bûn. Mêrekî 59 salî hat kuştin û bi kêmanî 4 kes birîndar bûn."

(bb)