Danûstandinên DYA- Tehranê  û hilbijartinên Iraqê sernavên rojnameyan bûn

Rojnameyên erebî diyar kirin ku hindik maye dema biryara 2231 ya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bibe, loma danûstandinên nukleerî yên di navbera Washington û Tehranê de ketine qonaxeke aloz. Li Iraqê jî tirs heye ku hilbijartinên sala 2025’an gendeliyê kûr bike û dîsa heman çîna siyasî derxe pêş.

Danûstandinên DYA- Tehranê  û hilbijartinên Iraqê sernavên rojnameyan bûn
10 hezîran, 2025   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de danûstandinên nukleerî yên Îran û Amerîkayê û amadekariyên hilbijartinên Iraqê nirxandin.

Rojnameya El Nahar diyar kir ku gera pêncem a danûstandinên nerasterast ên di navbera Washington û Tehranê de ku bi navbeynkariya Omanî pêk hat, tevî ku xuya dibû ku dê bighêjin lihevhatinek, lê nekarî ji xitimandinê derbikeve.  Rojnameyê sedema vê xetimî spart, nêzîkbûna dema bidawbûna biryara 2231`ê ya NY’yê di Cotmeha bê de û birîna cezayan ser Îranê.

Rojnameyê cih da rapora Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û wiha domand, "Ajansê diyar kir Tehranê nêzîkî pêngava çêkirina nukleerî bûye, ev yek jî fikarên welatên rojava zêdetir dike.

Rojnameyê diyar kir ku "Amerîka pêşniyara kiriye ku yekitiyek herêmî ya hilbirîna uranyumê were avakirin ku ji Îran û welatên kendavê pêk tê, lê nakokiya bingehîn li ser cihê hilbirîna uranyumê maye."

Rojnameyê destnîşan kir ku di vê navberê de Îsraîl gefên xwe yên leşkerî didomîne, aliyên din jî dixwazin demê qezenc bikin da ku alozî zêdetir nebe.

Rojnameya El Ereb bal kişand ser hilbijartinên parlamentoya Iraqê ku dê di meha Mijdarê de pêk were. Rojnameyê hilbijartin wek hewldanek ji bo "pînekirina binkftinên dubare" yên rejîma piştî 2003`ê bi nav kir.

Li gorî rojnameyê, hêzên siyasî yên kevneperest hewl didin bi rêya mezhebperestî û pereyên siyasî xelkê kom bikin û ji beşdariya kêm a gel û rewşa şêlo sûd werbigirin.

Rojnameyê diyar kir ku eger fişar û bertîlxwarinên derve berdewam bin, dê Iraqê nikaribe ewlehiyê pêk bîne û ev nirxandin kir " Ji bo ku Iraq katibe bi awayekî çalak tevlî pergala navneteweyî bibe tenê demokrasiya dikare nûnertiya rasteqîn pêk bîne. Lê eger  hilbijartin heman çîna siyasî derxîne pêş, dê dewlet û saziyên wê qels bibin, ev jî dê bihêle ku Iraqê li şûna ku bibe hêzek bibandor, li derveyî hevsengiyên herêmî û navneteweyî bimîne. "