Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li dar xist

Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li taxa Şêxmeqsûdê li dar xist

Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li dar xist
Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li dar xist
Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li dar xist
Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li dar xist
Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li dar xist
Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li dar xist
Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li dar xist
Ciwanên PYD’ê yên Helebê şevbihêrkek folklorîk li dar xist
10 hezîran, 2025   00:01
HELEB

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê li qada Cebanat a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê şevbihêrkek folklorîk organîze kir. Ev çalakî ji bo bibîrxistina ciwanan bi folklora wan e ku nasname û dîroka wan nîşan dide û ji bo ku pê ve girêdayî bin û parastina wê ji helandinê bikin.

Di şevbihêrkê de endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û şênî amade bûn.

Rêveberê Ciwanên PYD’ê Sabir Eros axivî û bal kişand ser rola folklorê di parastina nasnameyê û zindîbûna wê de.

Dûre koma Şehîd Avrêl a Navenda Çand û Hunerê û koma Serdem stran pêşkêş kirin. Her wiha behsa kesayetên hunerî yên Efrînî hatin kirin.

Di dawiyê de koma Berxwedan a dîlanê, dîlanek folklorîk pêşkêş kir.

(fr)