Li Nîjeryayê pîlotekî Amerîkayê hat revandin

Çekdarên nenas şeva borî pîlotekî Amerîkayê ku di warê veguhastinên hewayî yên mirovî de dixebitî ji mala wî ya li paytexta Nîjeryayê revand. Li gorî texmînan çeteyên DAIŞˊê yên li Çolistana Mezin li pey revandinê ne.

Li Nîjeryayê pîlotekî Amerîkayê hat revandin
23 cotmeh, 2025   20:08
NAVENDA NÛÇEYA

3 çekdarên nenas welatiyê Amerîkayê Kevin Ridot ji mala wî ya li paytexta Nîjeryayê Niameyê revand. Guman hene ku ew çekdar girêdayî çeteyên DAIŞ'ê bin. Girêdayî wê balyozxaneya Amerîkayê ya li Niameyê ket rewşa seferberiyê û diyar kir ku li dijî hemwelatiyên wan ên li Nîjeryayê xeteriyên revandinê zêde bûne.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku ev bûyer rast e, lê hûrgiliyên wê aşkera nekirin. Rojnameyên Exbar a Nîjeryayê jî diyar kir ku çekdaran welatiyê Amerîkayê ji mala wî ya li devera herî ewle ya paytextê revand û piştre şopa wan nehat dîtin.

Li gorî raporên xwecihî, welatî bi navê Kevin Ridot e 48 salî ye, û di şîrketa Serving Mission de ya girêdayî projeyên bijîşkî, perwerdehî û çandinî li Nîjerê, pîlot e.

Eger heye ku ew pîlot ber bi bakurê Nîjeryayê anku sînorê Maliyê û cihê çalakbûna çeteyên DAIŞ'ê ve, hatiye birin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ji bo rizgarkirina welatiyê xwe bi desthilatên Nîjeryayê re di nava hewldan û hevkariyê de ye.

Li herêmê, rêxistinên tundraw ji bo wergirtina pereyan biyaniyan direvin û li hember serbestberdanê pereyan dixwazin. Îsal li Nîjeryayê herî kêmî 14 biyaniyên ji Awustirya, Çîn, Hindistan, Mexribê û Swîsreyê  hatine revandin. Ev kiryarên revandinê piranî ji hêla çeteyên DAIŞˊê û şaxên wê yên xwecihî ve pêk hatin.

(mh/fr)