MSDˊê li Dêrazorê panela "nenavendîtiyê û destûra Sûriyeyê" li dar xist

Beşdarên panela diyalogê ya ji hêla Nivîsgeha Jinan a MSDˊê ve hat organîzekirin, diyar kir ku "nevendîtî rêya herî guncaw a avakirina dewleteke demokratîk a adilane ye ku mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û beşdariya jinan di biryara siaysî û destûrê de xurt dike."

MSDˊê li Dêrazorê panela "nenavendîtiyê û destûra Sûriyeyê" li dar xist
MSDˊê li Dêrazorê panela "nenavendîtiyê û destûra Sûriyeyê" li dar xist
MSDˊê li Dêrazorê panela "nenavendîtiyê û destûra Sûriyeyê" li dar xist
MSDˊê li Dêrazorê panela "nenavendîtiyê û destûra Sûriyeyê" li dar xist
MSDˊê li Dêrazorê panela "nenavendîtiyê û destûra Sûriyeyê" li dar xist
MSDˊê li Dêrazorê panela "nenavendîtiyê û destûra Sûriyeyê" li dar xist
MSDˊê li Dêrazorê panela "nenavendîtiyê û destûra Sûriyeyê" li dar xist
MSDˊê li Dêrazorê panela "nenavendîtiyê û destûra Sûriyeyê" li dar xist
23 cotmeh, 2025   20:37
DÊRAZOR

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi navê "Ji nenavendîtiyê heya bi destûreke niştimanî ber bi hevkariya çalak a jin di siberoja Sûriyeyê de", paneleke diy8alogê li kantona Dêrazorê li dar xist. Di panelê rewşenbîr, siyasetmedar, kesayetên civakî, sivîl û şêniyên herêmê amade bûn. Ev panel di çarçoveya bernameya ku nivîsgehê ji bo pêşxistina diyaloga têkildarî siberoja Sûriyeya demokratîk û nenavendî daye destpêkirin de, hat lidarxistin.

Destpêkê hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel bixêrhatina kesên amade kir û kedên Nivîsgeha Jinan a MSDˊê di lidarxistina vê civînê de silav kir.

Şehnaz El Hefel diyar kir ku digel qonaxa hestiyar a ku herêm tê re derbas dibe berdewamkirina hevdîtinên wiha pir girîng in û got ku jin berê jî û niha di proseya avakirina civakî û siyasî de xwedî cihekî girîng in.

Dûre bernameya panelê dest pê kir. Mijara yekemîn a bi navê "Têgîna nenavendiyê û bandora wê li ser siberoja Sûriyeyê" ji aliyê seroka Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Xidro ve hat pêşkêşkirin.

Di mijarê de têgîna sîstema nenavendî hat şîrovekirin û hat gotin ku ev sîstem sîstemeke niştimanî ya giştî ye û ne projeya parçekirinê ye wekî ku propaganda wê tê kirin.

Cîhan diyar kir ku di vê sîstemê de hemû pêkhate di biryardayînê de cih digirin û mafên jinan jî misoger dibin û got: "Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şiyanên xwe yên di hemû aliyên siyasî, leşkerî, civakî û rêveberî de îsbat kirin."

Di mijara duyemîn de jî parêzer Munîr Mihemed li ser destûra Sûriyeyê ya nû û rola pêkhateyan û jinan di sazkirina wê de axivî û diyar kir ku divê di destûran de vîna gelan hebe, ne hevsengiyên hêzan.

Mihemed diyar kir ku destûra ku di sazkirina wê de jin ne beşdar bin, ne destûreke demokratîk e û nûnertiya rastiya gelê Sûriyeyê nake.

Mihemed danezana destûrî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rexne kir û banga sazkirina destûreke niştimanî ya giştî ku tê de mafên hemû pêkhateyan û yên jinan misogerkirî bin, kir.

Di dawiya panelê de beşdaran teqezî bi sîstema nenavendî ji bo misogerkirina mafên hemû pêkhateyan û yên jinan da.

(mh/fr)