Li herêmên hikumeta veguhêz zêdebûna kiryarên revandinê

Li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de bûyerên revandin û sûcên qetilkirinê bi awayekî xeternak zêde bûne. Herî dawî komên çekdar ên nenas kalemêrek ji Laziqiyê revandin û hewl da zarokekî ji gundewarê Quneytîrayê birevînin.

Li herêmên hikumeta veguhêz zêdebûna kiryarên revandinê
23 cotmeh, 2025   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

3 kesên nenas bi erebeyekê, danê nîvro hewl da zarokekî ji bo pêş dibistana wî ya Ratib El Mosa birevînin, lê di hewla revandinê de zarok birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdarên nenas hewl da bi zorê zarok bixin erebeyê, lê zarok qîr kir û parastina xwe kir, piştre çekdarekî hewl da zarok bixe sendoqa erebeyê.

Çavkaniyan da zanîn ku bi hewla xwefilitandinê zarok yek ji wan gez kir. Xwendekarên dibistanê jî ev yek dîtin û qîr kir. Ji ber wê ew kes revîn û di dema revê de pêlî zarok dikin û bi giranî birîndar dibe û radikin nexweşxaneyê.

Di bûyerek bi heman rengî de, komek çekdar li erebeyekê siwar bûbûn kalemêr Selah Eslan, ê xizmê general Elî Eslan, ji pêş mala wî ya li taxa Ewqaf a bajarê Laziqiyê revandin.

Eslan ji kesên dewlemend ên herêmê ye û li gorî agahiyan, çekdaran beriya wî birevînin, dişopandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Di dîmenan de kiryara revandinê zelal e.

(fr)