Li navendên demkî yên Siwêdayê zehmetiyên koçberan

Li navendên demkî yên li gundewarên Siwêdayê koçber zehmetiyên kêmbûna zêde ya xurek û xizmetguzariyên bingehîn weke av, kehrebe, derman û perwerdeyê dikişînin.

Li navendên demkî yên Siwêdayê zehmetiyên koçberan
21 mijdar, 2025   05:10
SIWÊDA

Li gel hewlên mezin ên ji hêla komîteyên xwecih û komên xwebeş ve ji bo koçberên Siwêdayê tên kirin, hîna navendên demkî yên koçberan zehmetiyên mezin ên kêmbûna madeyan li gel nebûna piştgiriya darayî ya fermî dikişînin. Di aliyê debarê de hema bêje koçber pişta xwe didin hevgirtina şêniyan û welatiyên li derveyî welat. 

Girêdayî mijarê endamê Navenda Demkî ya Al Mishkat a Lêkolîn û Belgekirinê Reşad Ebû Seide ji ajansa me re diyar kir ku berê hejmara navendên demkî 96 bû, lê hejmara heyî 75 e.

Ebû Seide aşkera kir ku zêdetirî 1500 malbat (7500 kes) ku nîvê wan jin û zarok in, li navendan bi cih bûne.

Li gorî Ebû Seide, li navenda bajarê Siwêdayê 17, li bajarê Şehba 13, li bajarê Selxed 8 navendên demkî hene û yên din jî li gundên rojhilat û başûr belav in. Ev navend têra 8 hezar kesan dikin û lêçûna wan a rojane nêzî 25 milyon dolar e. Tenê danê firavînê ya kesekî/ê bi lêçûna 5 hezar lîreyê Sûriyeyê ye.

Têkildarî rewşa xizmetguzarî ya giştî li navendan, Ebû Seid da zanîn ku av bi awayekî qismî heye û di hefteyê de di navbera 2 heya 3 caran qut dibe. Ew jî ji ber kêmbûna mazotê ya pêşxistina jenetorên kehrebê ji bo pompên avê ye. Ev yek pêwîstiyeke lojîstîk a lezgîn e.

Ebû Seid ji bo kehrebê jî anî ziman ku ev li navendan hema bêje tune ye, lê hin caran jenetor tên pêxistin. Li kêlek wê jî zerdanên dewrî yên sînordar ên komên tenduristiyê çêdibin, lê dermanên nexweşên giran û destwerdanên lezgîn pir kêm in.

Di aliyê paqijî û kanalîzasyonan de jî Ebû Seid got madeyên paqijkirinê tune ne. Der barê aliyê perwerdw û piştgiriya derûnî de jî hat gotin ku çalakiyên xwebeş ên ji bo zarokan û piştgiriya derûnî ji hêla komên navxweyî ve pêk tên.

Têkildarî zehmetiyên girîng ên ku navend pê re rû bi rû dimînin, Ebû Seide destnîşan kir ku budçeya navendî ji bo navendan tune ye, binesazî xerab bin, avê, ard û mazot her tim qut dibin û di aliyê zimhêrê de li gorî alikariyên kesane nehevsengî di navbera navendan de heye.

Li kêleka van jî madeyên tibî û pêdiviyên jinan pir kêm in û hevkariya fermî bi aliyên alîkariyan didin û rêxistinan de pir lawaz e.

Reşad Ebû Seid banga avakirina sendoqeke piştigriyê ji bo navendê kir, da ku piştgiriya navendan bikin, her wiha banga avakirina odeyeke hevkariyê ya hevbeş di navbera komîteyên xwecih û aliyên piştgiriyê didin de kir ku lîsteyên hewcedariyan bibin yek, navendên mezin veguherin yekîneyên bicihbûna mayînde û tê de aliyên xizmetguzarî û jenetorên kehrebê amade bin, piştgiriya navneteweyî bi rêya qenalên mirovî yên dostane were aktîvkirin, bernameya piştgiriya zarok û jinan were bipêşxistin.

Tevî kêmbûna derfetan, navendên Siwêdayê bi saya hevgirtina şêniyan li ber xwe didin, lê berdewama krîzê bêyî piştgiriya rêxistinî dê bi xwe re xizmetguzariyên bingehîn têk bibe. Ji ber ku piştgiriya van navendan herî kêm parastina rûmeta zêdetirî 7 hezar koçberên El Cebel e.

(fr)

ANHA