Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan

Piştî paşguhkirin û zordariya bi dehan salan a li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ronahî TV di 14 salan de di veguhastin û belgekirina bûyeran de bû çavê rastiyê û dengê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dengê pêkhateyên herêmê, berxwedan û têkoşîna wan, ji cîhanê re ragihand.

Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
Ronahî TV; dengê rastiyê yê 14 salan
21 mijdar, 2025   05:50
HESEKÊ
BOTAN HUSÊN

Di 21'ê Mijdara 2011'an de, bi destpêka şoreşa Rojava re kanala Ronahî TV li paytexta Belçîkayê Brukselê ji bo ragihandina dengê gelê herêmê dest bi xebata xwe kir. Di 2016'an de weşana kanalê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Ronahî TV yekemîn kanal bû ku bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî weşana xwe dikir. Lê ji ber pirsgirêkên di weşanê de, tenê zimanên kurdî û erebî man.

Di kanalê de nêzî 200 xebatkar dixebitin. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên li Sûriyeyê wekî Heleb û Siwêdayê û welatên wekî Misr û Filistînê, nûçegihanên wê hene.

Weşana kanalê 24 saetan didome û tê de bernameyên siyasî, civakî, çandî, zanistî, xizmetguzarî, werzîşê û bernameyên jinan tên pêşkêşkirin. Li navenda nûçeyan jî beşên kurdî û erebî hene, her wiha beşek ji bo nûçeyên jinan heye.

Rêjeya jinan di nava xebatkarên kanalê de nêzî ji sedî 65 e, ew jî yek ji destkeftiyên şoreşa jinan a Rojava ye.

Li ser şopa ragihandina rastiyê û berxwedana gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûçegihanê Ronahî TV’yê Mustefa Mihemed di dema şopandina pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê de, di 2016'an de şehîd bû.

ROLA RONAHÎ TV’YÊ DI RAGIHANDINA DENGÊ GELAN DE

Rojnamevan û pêşkêşê Ronahî TV’yê Alan Meîş ji ajansa me re diyar kir ku armanc ji avakirina kanalê ew bû ku dengê gelê herêmê were bilindkirin û daxwazên wî ji bo raya giştî werin veguhastin, nexasim piştî serdema bêdengkirin û zordariyê ya berî şoreşa Rojava.

Meîş got ku Ronahî TV di 14 salên borî de karibû bibe dengê hemû pêkhateyab di serî de Kurd û pirsgirêkên wan ji raya giştî ya xwecihî, herêmî û navneteweyî re ragihîne.

Meîş da zanîn ku bi pêşketin û pirbûna dezgehên ragihandinê, êdî hewldanên veguhartina rastiyan çêbûn û ew jî heta niha didomin û got: "Ronahî TV di ragihandina pirsgirêk, destkeftî û êşên gelan li herêmê de didome.”

RONAHÎ TV BEŞEKE ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊN XIZMETGUZARÎ YE

Alan Meîş got ku ragihandin ne tenê ew e ku dengê gel bigihîne raya giştî, lê belê rola wê di çareserkirina pirsgirêkên gel ên rojane de jî heye û got: "Yek ji sedemên avakirina kanalê ew bû ku zehmetî û giliyên welatiyan di nav de yên xizmetguzarî ragihîne. Eger ragihandin di bilindkirina dengê giliyên welatiyan de rol nelîze ew bibe kêmasî. Divê bi awayekî xurtir bal li ser pirsgirêk û zehmetiyên welatiyan were kişandin. Tevî ku di gelek caran de em bibûn beşek ji çareserkirina van pirsgirêkan, lê dîsa jî heta îro em li ser wê yekê dixebitin."

Meîş wiha domand: “Ji bo em bibin dengê gelê xwe û beşek ji wî, em bi îsrar in. Gelek kêmasî hene lê em hewl didin wan derbas bikin.”

DURISTÎ Û BAWERIYA TEMAŞEVANAN

Meîş diyar kir ku ji ber pêşketina medyaya dîjîtal êdî rola ragihandina dîtbarî lewaz bûye û got: "Berê her tim çav li Ronahî TV bûn. Nûçeyên ku welatî li ser Ronahî TV dibînin ji sedî sed rast in, ev jî bû sedema berdewamiya Ronahî TV û wergirtina baweriyê. Ji bo wê jî ev yek di kanalê de bingeh e ku nûçeyên nerast ên ku guman li ser hene, neyên weşandin.”

Alan Meîş destnîşan kir ku duristî bingeha karê wan ê ragihandinê ye û der barê rexneyên li ser derengmayîna nûçeyên lezgîn de got ku ew rexne di cih de ye û ew kêmasî ji ber êrişên li dijî herêmê ne, lê ew hewl didin wê yekê çareser bikin.

Meîş wiha zêde kir: "Di êrişên li dijî Serêkaniyê de di 2019'an de ji ber hedefgirtina ji aliyê Tirkiyeyê ve, navenda kanalê di yek rojê de ji xeta şer hat veguhastin, ew jî li pêşiya karê me dibe astengî.”

QONAXÊN RONAHÎ TV’YÊ

Alan Meîş diyar kir ku ji qonaxên sereke yên jiyana Ronahî TV’yê şoreşa Rojava bû ku tê de roleke sereke ji bo ragihandina vê şoreşê ji raya giştî re lîst û ya din jî di dema êrişa çeteyên Cebhet El Nusra a di 2012'an de li dijî bajarê Serêkaniyê bû.

Meîş wiha domand: "Yek ji qonaxên sereke û girîng jî berxwedana Kobanê bû. Ronahî TV gav bi gav û kêlî bi kêlî serkeftina li hemberî DAIŞ'ê dişopand û ji cîhanê re bû çavkaniya nûçe û agahiyan û wekî dezgehên din ragihandinê di serî de ajansa ANHA'yê mohra xwe li wê berxwedanê xist."

Qonaxa çarê jî şopandina pêngavên rizgarkirinê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bû, bi taybetî li Baxozê. Ronahî TV ji bo dezgehên ragihandinê yên cîhanê bû çavkaniya sereke ya agahî û nûçeyan. Her wiha di êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Ronahî TV rewşa gel, koçberî, zehmetî û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ji raya giştî ya xwecihî û cîhanî re ragihandin.

Piştî hilweşîna rejîma Baas, Ronahî TV karibû tevî siyasetên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên bêdengkirina ragihandinê, komkujiyên li perava Sûriyeyê û Siwêdayê belge bike.

ROLA RONAHÎ TV’YÊ Û BANDORA WÊ DI REWŞA SIYASÎ YA SÛRIYE Û CÎHANÊ DE

Ronahî TV di veguhastina bûyer û rastiyên li Sûriyeyê de, bi taybetî piştî hilweşîna rejîma Baas û di belgekirina sûc û binpêkirinên her du rejîman ên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê de, rola sereke lîst.

Meîş got her desthilatek ku dev ji "kursiya" xwe bernede ew ê ji gelan re bibe metirsî û rastiya wê dê ji raya giştî û gelan re were aşkerakirin da ku senaryoya 2011'an dubare nebe û got: "Armanc ew e ku em ji gel re bibêjin ku pîvan û nirxên gel hene ku ji bo wan şoreşa aştî, aramî, misogerkirina mafan û azadiyê dest pê kir.”

Li ser asta cîhanê Meîş diyar kir ku ew bûyerên herêmî û cîhanî heta astekê dişopînin, ji ber ku hemû bûyer bi hev ve girêdayî ne ku bûyerek li ku derê biqewime dikare bandorê li dereke din bike.

NÊRÎNA RONAHÎ TV’YÊ JI BO PÊŞXISTINA RAGIHANDINÊ

Meîş destnîşan kir ku şopandina medyaya dîjîtal tevî ku di aliyê duristiyê de lewaz e, bandorê li rola medyaya dîtbar dike.

Meîş got stratejiya wan ew e ku ew hemû platformên teknîk ên medyaya dîjîtal ji bo veguhastina nûçeyan dûrî hewldanên veguhartina nûçeyan û şaşkirina temaşevanan, bi kar bînin.

Meîş girîngî bi pabendiya bi nirxên karê ragihandinê di serî de duristî, da û got: "Eger ragihandin cewhera erkê xwe ji dest bide ew ê roleke nerênî di jihevxistina civakan de bilîze û bibe jêdera provakasyon û fitneyan. Kuştin ne tenê bi gule, lê belê bi xerabkirina mejiyên gelan e, ev kuştina rastîn e.”

Meîş got hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dezgehên xwe yên ragihandinê veguhastine jêderên provakasyon, kîn û fitneyan û ev jî metirsiyeke mezin e, ji ber ku erkê ragihandinê berovajî vê ye, erka ragihandinê nêzîkkirina gelan û sererastkirina nûçeyên nerast e.

Meîş bang li hemû karmendên çepemeniyê kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin, ji ber ku yek gotin dikare krîzan çêkin.

ZEHMETÎ Û ASTENGÎ

Alan Meîş bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya Ronahî TV’yê û got: "Yek ji zehmetiyên herî mezin li pêşiya karê me yê li Rojava bi giştî ne tenê Ronahî TV, kêmbûna hejmara rojnamevanên pispor e, ew jî ji ber tunebûna deste û rêxistinên ragihandinê li Rojava ye. Temenê çapemeniyê li Rojava 14-15 salan derbas nake. Em di tecrubeyên şexsî û karê di şer de û şopandina rojane de, pisporiyê bi dest dixin. Hêviyên me di xwendekarên Beşa Ragihandinê yên Zanîngeha Rojava de ne. Em hêvîdar in rojnamevan û karmendên çapemeniyê yên pispor der biçin ku em bikarin xwe bispêrin wan.”

Meîş diyar kir ku ji zehmetiyên din jîngeha nearam a ji ber êrişan e, nexasim ku gelek caran navenda Ronahî TV’yê hat hedefgirtin, wekî li Efrîna dagirkirî û navenda giştî ya Qamişloyê di 2019'an de. Meîş got guhartinên li herêmê zexteke mezin li wan dikin û ew jî hewl didin amûrên xwe li gorî derfetan bi pêş bixin.

Di dawiya axaftina xwe de Meîş got: "Ronahî TV di aliyê karmend û teknîkê de ji sifirê dest pê kir, lê îro hevkarên me saziyan bi rê ve dibin û êdî Ronahî TV bûye dibistan. Lê tevî wê ji bo xwepêşxistinê em di nava hewldanan de ne.”

(mh)

ANHA