Li Myanmarê piştî erdhejê banga alîkariyê

Li navenda Myanmarê bi mezinahiya 7.7 erd hejiya. Avahiyek ji 30 qatî hilweşiya û zêdetirî 40 karker di bin de asê man.

Li Myanmarê piştî erdhejê banga alîkariyê
28 adar, 2025   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) erdhej li gorî dema herêmî saet di 14.20’an de bi 16 kîlometreyan li bakurê rojavayê bajarokê Sagaing pêk hat. Li gorî heman çavkaniyê, piştî çend deqeyan bi mezinahiya 6.4 dîsa erd hejiya.

Rêveberiya cunta ya leşkerî ya li Myanmarê, piştî erdhejê ji bo alîkariya navneteweyî bang kir. Rayedaran li 6 herêman rewşa awarte ragihand.

Tayland û Çîn jî bi erdhejê hesiyan. Li paytexta Tayland Bangkokê avahiyeke ji 30 qatî hilweşiya. Li gorî xebatkarên rewşa lezgîn, ji bo 43 karkerên li avahiyê asê mane, xebatên lêgerînê hate destpêkirin.