Pûtîn ji bo Ukraynayê pêşniyara rêveberiya demkî kir

Vladimîr Pûtîn ji bo li Ukraynayê hilbijartineke ‘demokratîk’ a serokkomariyê bê lidarxistin û piştre bi rayedarên nû re peymaneke aştiyê were muzakerekirin, pêşniyara ‘rêveberiyeke demkî’ ya di bin sîwana NY’yê de kir.

Pûtîn ji bo Ukraynayê pêşniyara rêveberiya demkî kir
28 adar, 2025   13:15
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn daxuyaniyek da û ji bo Ukraynayê fikreke nû pêşniyar kir.

Vladimîr Pûtîn di serdana ku li bakurê rojavayê Murmanskê de, wiha got: “Helbet têkildarî avakirina rêveberiyeke demkî ya li Ukraynayê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) de em dikarin bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), welatên Ewropayê, hevkar û dostên xwe re hevdîtinê bikin."

Her wiha Pûtîn got hêzên Rûs di hemû çeperên li Ukraynayê de xwedî ‘însiyatîfa stratejîk in.’

Li aliyê din hêzên hewayî yêb Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê di tevahiya şevê de bi 163 balafirên bêmirov êriş pêk anîn.

Hêzên hewayî diyar kir ku 89 balafirên bêmirov hatin xistin, 51 jî ji ber hin sedemên elektronîk negihaştin hedefa xwe. Têkildarî 23 balafirên bêmirov ên mayî jî, tu agahî nehat dayîn.

Bi hatina Donald Trump a li ser desthilata DYA’yê re, rewşa nû li Ukraynayê gihaşt qonaxeke nû. Nêzîkbûna Trump a bi Rûsyayê re û rexneyên wî yên tund ên li hemberî Ukraynayê, bû sedem ku şer ji nû ve were nirxandin. Trump bi Pûtîn re dest bi muzakereyan kiribû.