Şehîdê berxwedana Dêr Hafirê hat oxirkirin

Şervanê QSD`ê şehîd Dijwar Qidurbek (Mihemed Osê) ji aliyê sedan kesî ve li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat oxirkirin.

28 adar, 2025   14:41
QAMIŞLO

Şervanê QSD’ê Dijwar Qidurbeg (Mihemed Osê) yê 24’ê Adarê di berxwedana li Dêr Hafirê şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan ji aliyê sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ve hat oxirkirin.

Merasîmê cenaze bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên El Kesîr axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Lehengên me ji bo xaka xwe ya pak li hemberî dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê li ber xwe didin. Çiqasî em behsa keda şehîdan bikin, em nikarin heqê qan bidin. Şehîdan ji bo azadî û rûmeta gel biparêzin canê xwe feda dikin."

Hisên El Kesîr di dawiya axaftina xwe de got: "Divê em destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin. Ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, azad û edalet şopdarên rêya şehîdên xwe bin."

Bi navê hêzên leşkerî yên bajarê Qamişloyê Nezîr Sofî anî ziman ku herêm di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibe û got: "Şervanên me li hemberî dagirkeriya Tirk efsanên dinîvisînin. Em soz didin ku em ji bo parastina gelê xwe mertal bimînin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Dijwar hat xwenidn û radestî malbata wî hat kirin. Cenaze bi dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.

Sibe saet 10.00’an dê konê taziyê li pêşiya mala şehîd a li taxa Qidurbek a bajarê Qamişloyê were danîn.

(bb)

ANHA