Li Myanmarê erdhejek din

Li peravên başûrê Myanmarê erdhejeke nû bi pileya 5,6 rû da.

Li Myanmarê erdhejek din
13 nîsan, 2025   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Sîsmolojiyê ya Ewropa-Spî (EMSC) ragihand ku li peravên başûrê Myanmarê bi pileya 5,6 erdhejek nû çêbû. EMSC’ê diyar kir ku erdhej 35 kîlometre di bin erdê de pêk hat. 

Erdhej di demekê rû da ku hewildanên rizgarkirin û nûavakirinê li eyaletên wekî Mandalay û Sagaing berdewam dikin. Ev hewldan di nava pirsgirêkên ku tîmên alîkariyê rû bi rû dimînin tên kirin, nemaze ji ber baranên demsalî ku xebatên rizgarkirinê û gihandina alîkariyê asteng dikin.

Rêxistinên mirovahî piştrast kirin ku şert û mercên li herêmên bandordar krîtîk in û diyar kir ku bi hezaran koçber ji ber kêmbûna xwarin û stargehê zehmetiyan dikişînin.

Di 28’ê Adarê de, eyaletên Mandalay û Sagaing jî di nav de li herêmên navîn û bakurê Myanmarê bi pileya 6,9 erdhejek wêranker rû da. Li gorî berdevkê hikumeta leşkerî ya Myanmarê Sererkan Zaw Min Tun, di encama erdhejê de 3 hezar û 649 kes mirin û 5 hezar û 18 kes jî birîndar bûn.

(bb)