Benda 5'an a peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket meryetê

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û nûnerên desthilata Şamê dest bi xebatên rakirina bend û çeperên li kolanên her du taxan û taxên din ên Helebê kirin.

Benda 5'an a peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket meryetê
Benda 5'an a peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket meryetê
Benda 5'an a peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket meryetê
Benda 5'an a peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket meryetê
Benda 5'an a peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket meryetê
Benda 5'an a peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket meryetê
Benda 5'an a peymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ket meryetê
13 nîsan, 2025   11:26
HELEB

Di 1'ê Nîsanê de di navbera Meclîsa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û nûnerên desthilata Şamê de peymanek ji 14 xalan pêk tê hate îmzekirin.

Ji bo pêkanîna xala 5`an a peymanê îro her du aliyan dest bi xebatên rakirina bend û çeperên li kolanên her du taxan û taxên din ên Helebê kirin.

Bi amadebûna nûnerên her du alyan îro xebatên vekirina rêyên sereke yên nêzî çerxerêya El Şîhan li rojavayê taxa Eşrefiyê dest pê kirin.

Tê payîn ku di nava çend saetên pêş de daxuyaniyek bê dayîn û rê bên vekirin.

(k)