Li Morîtanyayê keştiyek noq bû: 15 kes xeniqîn

Rêxistina Penaberiyê ya Navneteweyî ragihand ku keştiyek li nêzî Morîtanyayê noq bû, di encamê de zêdetirî 150 kes winda ne. Berî 2 hefteyan jî hêzên berevaniyê yên Morîtanyayê cenazeyên 89 penaberên ku di keştiyeke mezin de bûn, derxistin.

Li Morîtanyayê keştiyek noq bû: 15 kes xeniqîn
24 tîrmeh, 2024   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Penaberiyê ya Navneteweyî îro ragihand ku keştiyek li nêzî Morîtanyayê noq bû, di encamê de 15 kes xeniqîn û zêdetirî 150 jî winda ne.

Berî 2 hefteyan jî hêzên berevaniyê yên Morîtanyayê li qeraxa okyanosa Etlesî li nêzî bajarê Encago yê Morîtanyayê, cenazeyên 89 penaberên ku di keştiyeke mezin a nêçîrê de ku nûq bûbûn, derxistin.

Ajansa Nûçeyan a Morîtanyayê dabû zanîn ku tîmên berevaniyê yên Morîtanyayê 9 kes, ji wan zarokeke 5 salî xelas kirin.

Her wiha kesên ku sax mane diyar kir ku berî 6 rojan keştî ji sînorê Senegal-Gamba derket û tê de 170 penaber hebûn.

(mh/fr)