Rûsya: Îstîxbarata Ukraynayê û DAIŞˊê hewl da fermandarekî leşkerî bikujin

Rûsyayê ragihand ku Îstîxbarata Ukraynayê bi tevkariya DAIŞˊê hewl da fermandareke payebilind bikuje, lê saziyên ewlekariyê ev hewldan têk bir.

Rûsya: Îstîxbarata Ukraynayê û DAIŞˊê hewl da fermandarekî leşkerî bikujin
13 cotmeh, 2025   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên ewlekariyê yên Rûsyayê ragihand ku wan hewldana siûqastkirina fermandarekî leşkerî yê payebilind ê di Wezareta Parastinê de têk biriye.

Desteya Ewlekariya Federal a Rûsyayê daxuyand ku "saziyên îstîxbarata Ukraynayê" bi hevkariya DAIŞˊê plana êrişkirinê danîn.

Li gorî daxuyaniya ewlekariyê, 3 Rûsyayî ku destên wan di veşartina sûcê de heye, welatiyek ji Asyaya Navîn ku plana êrişa terorîst dikir, hatin girtin.

Êrişkar hewl dida li cihekî qerabalix li paytextê Moskovê êrişê pêk bîne.

(ac/fr)

ANHA