Li Minbicê teqînek pêk hat: Kuştî hene

Li bajarê Minbicê  ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin teqînek rû da. Li gorî agahiyan qurbanî hene.

Li Minbicê teqînek pêk hat: Kuştî hene
3 sibat, 2025   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA’yê ya ser bi desthilata Şamê ve, li bajarê Minbicê yê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirî ye teqîneke çêbû. SANA’yê diyar kir ku di teqînê de kuştî û birîndar çêbûne.

Li gorî dezgehên ragihandinê, erebeyek bombekirî li ser rêya otostrad a li ketina başûrê bajarê Minbicê teqiyaye.

Li gorî hin agahiyan, di encamê de di teqînê de 15 kes hatine kuştin, hin dezgehên din jî destnîşan kir ku 18 kes hatine kuştin.

(bb)