Pêşwaziya El Colanî li Erebistana Siûdî û hevdîtina Netanyahû û Trump rojeva rojnameyên erebî bû

Rojnameyên erebî der bar barê serdana Ebû Mihemed El Colanî bo Erebistna Siûdî û encamên hevdîtina Netanyahu û Trump nivîsîn.

Pêşwaziya El Colanî li Erebistana Siûdî û hevdîtina Netanyahû û Trump rojeva rojnameyên erebî bû
3 sibat, 2025   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Piraniya rojname û malperên erebî yên ku vê sibê derketine, behsa sebeba serdana Ebû Mihemed El Colanî bo Erebistana Sûdî û hevdîtina Netanyahu û Trump kirine.

Rojnameya Eşerq El Ewset destnîşan kir ku bijartina Erebistana Siûdî ji bo pêşwazîkirina Ebû Mihemed El Colanî weke yekemîn welatê erebî û biyanî ku bi fermî pêşwazî li Ebû Mihemed El Colanî dik, peyameke her du aliyan ji Îranê û komên girêdayî wê re ye. Li aliyekî din peyameke ji bo hin aliyên herêmî û navdewletî. Her wiha  ev serdan nîşan dide ku îhtimal heye ku Erebistana Siûdî di soberoja Sûryeyê de xwedî rol be, li şûna aliyên din ên hewl bidin ku ji derfetê sûd werbigirin ji bo berjewendiyên xwe.

Rojnameya El Ereb a Londonê behsa wê yekê kir ku pêşwazîkirina El Colanî nîşan dide ku Erebistana Siûdî dixwaze ku xwedî rola sereke be ji bo aramkirina rewşa herêmê û dûrî nakokiyên ku dibe ku bandorê li ewlekarî û aramiya wê bike. Her wiha xwe ji arîşeyên ku bandorê li aramî û aboriy wê bike, dûr bixe. ji aliyê din ve, desthilata nû ya Şamê dixwaze xwe ji xwe ji wan tiştan dûr bixe û bi rêya Erebistana Siûdî xwe rewa bike.

SIBEROJA PEYMANA XEZAYÊ BI DAN Û STANDINÊN NETANYAHU-TRUMP VE GIRÊDAYÎ YE

Rojnameya El Ereb a Londonê behsa hevdîtina Trump û Netanyahu kir wiha nivîsî: "Çavê Filistîniyan û her du navbeynkar Qeter û Misirê li ser serdana serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bo Amerîka û hevdîtinên ku ew ê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêk bînin. Der barê encamên wê civînê de her kes bi tirs e, bi taybetî di derbarê qonaxa duyemîn a agirbesta li Xezayê de. "

LUBNAN DI NAVBERA DARÊ TRUMP Û KÊVROŞKÊN NETANYAHU DE

Rojnameya Asas Media jî di vê derbarê de behsa bi wê yekê kir ku çavdêr di wê baweriyê de ne ku Îsraîl ji bo temamkirina vekişîna xwe ji başûrê Lubnanê dê bibe weke derfeteke zêrîn ku hikûmeta Netanyahu pêşkêşî Hizbullah bike. Dê bide hêncet ku Hizbullah çekan bernede  û ji peymana agirbestê dûr bikeve.

(k)