Li Minbicê panela ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ hate lidarxistin

Li kantona Minbicê panelek bi sernavê ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ hate lidarxistin. Di panelê de beşdaran li ser pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li hev kir.

Li Minbicê panela ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ hate lidarxistin
Li Minbicê panela ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ hate lidarxistin
Li Minbicê panela ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ hate lidarxistin
Li Minbicê panela ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ hate lidarxistin
Li Minbicê panela ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ hate lidarxistin
Li Minbicê panela ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ hate lidarxistin
Li Minbicê panela ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ hate lidarxistin
23 ÇILE, 2024   16:50
MINBIC

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê re di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi sernavê ˊÇareserkirina dozên Rojhilata Navîn di Îmraliyê de yeˊ panelek li dar xist. 

Panel li hola Meclisa Rêveber a Minbicê bi beşdariya endamên Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a kantonê, komîte û saziyên girêdayî wê, melcisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê hate lidarxistin.

Di panelê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Sewsen Xelîl perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê dozên li Rojhilata Navîn de xwendin.

Di panelê de li ser kiryara revandina Rêber Abdullah Ocalan, siyaseta tecrîda li dijî wî li Îmraliyê, çareserkirina dozan bi rêya fikrên wî û girîngiya rizgarkirina wî ya fîzîkî hatin nîqaşkirin.

Endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Asya Hisên behsa destpêkirina komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di sedsala 20ˊan de komploya herî mezin e. Ew komployeke giştî li dijî gelên azadîxwaz hate kirin û li ser asta cîhanê hate amadekirin."

Asya wiha domand: "Rêbertî bi projeya xwe ya netewya demokratîk ku li tevahî cîhanê deng vedaye, hêviya gelan e."

Asya wiha dawî li gotina xwe anî: "Projeya Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên yekemîn ên pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan bû. Pêngava li ser asta cîhanê ya bi banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî hatiye destpêkirin, nîşaneya ku ev krîz krîzeke cîhanî ye û çareseriya wê di fikirên Rêbertî de ye da ku civakê ji fikra destpot rizgar bike."

Dûre beşdaran nîqaş kir û got ew çalakî û panelên di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li dar bixin û zêde bikin û dengê gelê herêmê bigihînin cîhan.

Beşdaran li ser van pêşniyaran li hev kir:

Xebat li ser belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş were kirin.

Têkoşîna di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de were bilindkirin.

Bi pêkanîna projeya neteweya demokratîk xebat li ser têkbirina komploya navneteweyî ya li ser Rêbertî were kirin.

Komîteyeke tibî ya ewropî ji tevahî pisporiyan were avakirin da ku çavdêriyê li ser rewşa tenduristî ya Rêbertî bike.

Pêngava komkirina îmzeyan a navneteweyî ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî were destpêkirin.

(fr)

 ANHA