Li Quneytîra tevgerên Îsraîlê, li Derayê topbaran

Hêzên Îsraîlê ketin gundewarên Quneytîrayê û hin mal kontrol kirin. Li rojavayê Derayê zeviyên çandiniyê dan ber topan.

Li Quneytîra tevgerên Îsraîlê, li Derayê topbaran
13 gulan, 2026   11:07
NAVENAD NÛÇEYAN

Li başûrê Sûriyeyê liv û tevgera Îsraîlê dewam dike.

Li gorî malperên xwecih, yekîneyeke artêşa Îsraîlê vê sibehê ket bajarokê Seyda Colanê yê li başûrê Quneytîrayê.

Nûçegihanê me ragihand ku dewriyeya Îsraîlê hin mal kontrol kirin, piştre jî ji bajarok vekişiya.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji Derayê jî ragihandine, artêşa Îsraîlê li rojavayê parêzgeha Derayê zeviyên çandiniyê yên navbera bajarokên Cumle û Seysûn, her wiha zeviyên navbera gundên Meirya û Abidîn ên herêma hewza Yermûkê dan ber guleyên obîsan.

Li gundê Meirayê de ciwanek girtin, piştî çend saetan ew berdan.

(bb)