Li Minbicê agir bi xezaneya mazotê ket: 2 welatî birîndar bûn

Li parka giştî ya Minbicê agir bi xezaneya mazotê ket, di encamê de 2 welatî ji ber şewatê birîndar bûn.

Li Minbicê agir bi xezaneya mazotê ket: 2 welatî birîndar bûn
Li Minbicê agir bi xezaneya mazotê ket: 2 welatî birîndar bûn
Li Minbicê agir bi xezaneya mazotê ket: 2 welatî birîndar bûn
14 kanûn, 2023   17:43
MINBIC

Nûçegihanên me li Minbicê daxuyand ku li parka giştî ya Minbicê agir bi xezaneya mazota jenetora embêran ket, di encamê de welatiyên bi navê Fewaz Hemdan û Omer Hût birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya Emel.

Li gorî bijîşkan her du welatî bi pileya 3 birîndar bûne û derbasî odeya nûjdariyê kirine.

Nûçegihan anî ziman ku di encama şewatê de zirarên madî çêbûn û tîmên agirkujî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihî şewatê.

(fr)

ANHA