Li gundewarên Efrînê topbaranên dualî yên Şamê û çeteyên Tirkiyeyê

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Efrîna dagirkirî yên kantona Efrîn û Şehbayê hev topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên welatiyan bûn.

Li gundewarên Efrînê topbaranên dualî yên Şamê û çeteyên Tirkiyeyê
8 cotmeh, 2024   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ji kantona Efrîn û Şehbayê daxuyand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Efrîna dagirkirî hev topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê bi guleyên obîsan derdora gundê Kibaşînê yê bajarokê Şêrawayê topbaran kir, her wiha çeteyan jî derdora Nibul û Zehra topbaran kir.

Di topbaranan de trekseke welatiyan ku di navbera gundên Burc Qas û Kilotê de dixebitî zirar dît.

(fr)