‘Avakirina şandeya kurdî destpêkek e ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk’

Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ya ji bo şandeya kurdî ya ji bo dan û standinên bi desthilata Şamê re anîn ziman. Her wiha tekez kirin ku avakirina şandeyê destpêkek e ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî.

‘Avakirina şandeya kurdî destpêkek e ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk’
12 hezîran, 2025   06:25
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Di çarçoveya şopandina nêrîna şêniyan ên rêkildarî şandeya ku di 4’ê Hezîranê de piştî konferansa “Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojava” hatibû avakirin, şêniyên bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ji bo şandeyê anî ziman.

Şêniyan da zanîn ku baweriya wan bi şandeyê mezin e ku karibe nûneratiya hemû pêkhateyên civaka Kurd li Sûriyeyê bike û mafên gelê Kurd di warê siyasî, çandî û aborî de bi dest bixe.

Şêniyê ji Girkê Legê Metîn Elî geşbîniya xwe ya yekitiya hemû partiyên Kurdistanî di bin sîwanekê de anî ziman. Her wiha avakirina şandê wek gaveke giring ji bo diyaloga digel desthilat Şamê û aliyên navdewletî nirixand û piştgiya xwe ya ji bo şandê anî ziman.

Şêniya bi navê Nehyet Mûsa şehîdên şoreşê bi bîr anîn û kêfxweşiya der barê avakirina şanda Kurdî  anî ziman û xwest ku ew şande daxwazên gelê Kurdî pêk bîne.

Nehyet bal kişand ser wê yekê ku şande dikare mafên Kurdan misoger bike û da zanîn ku niha mafê gelê kurd heye ku di aramî û ewlehî li Sûriyeyê bijî.

Şêniyê bi navê Mihemed Şakir ê ji gundê Girê Pirê diyar kir ku avakirina şandê derfeteke baş e ji gelê Kurd re ku daxwaza mafên xwe yên rewa bike. Her wiha hêvîdariya xwe anî ziman ku şande nûnertiya ciwanên Kurd bike û daxwazên gel pêk bîne.

Şêniyan diyar kir ku ev pêngav destpêkek e ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ya ku nirxê yekitiya niştimanî û mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, bi taybet gelê Kurd, diparêze.

(k)

ANHA