Li Humsê kalekî 66 salî hat qetilkirin

Li gel berdewama tevliheviya ewlehiyê ya li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, çekdaran kalekî 66 salî li gundewarê bakurê Humsê qetil kir.

Li Humsê kalekî 66 salî hat qetilkirin
30 mijdar, 2025   21:57
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê daxuyand ku çekdaran kalekî 66 salî yê ji gundê Kefernan ê gundewarê bakurê Humsê qetil kir.

Nûçegihan anî ziman ku vê êvarê cenazeyê sivîlê bi navê Zahid Yûnis Mistefa li herêma di navbera gundên Kefernan û Tesnîn de ku li ser şopên guleyan heye, hat dîtin.

Li gorî nûçegihan, temenê kalemêr 66 salî ye û cenazeya wî rakirin nexweşxaneyeke bajarê Ristenê.

Şahidan ji nûçegihan re da zanîn ku dema ku ew kalemêr ji bajarê Humsê berê xwe dida gundê xwe çekdaran gule berdane wî.

(fr)

ANHA