Li Lubnanê nîjadperestiya li dijî sûriyeyiyan zêde dibe

Li Lubnanê nîjadperestiya li hember sûriyeyan zêde dibe. Desthilata Lubnanê li hemberî vê rewşê erkên xwe bi cih nayne.

Li Lubnanê nîjadperestiya li dijî sûriyeyiyan zêde dibe
21 nîsan, 2024   09:01
BEYRÛT
RANYE UBÊD

Çend roj berê koordînatorê Hizb El Quwat a Lubnanê Paskal Silêman hatibû kuştin. Dihat gotin ku Baskal ji aliyê kesên sûriyeyî ve hatiye kuştin û kujer hatine girtin û lêpirsîna li gel wan hîna dewam dike. 

Vê bûyerê xîtaba nefretê û dosyaya vegerandina penaberan li Sûriyeyê careke din derxist pêş.

Ev çend roj e li herêmên Lubnanê, êriş û binpêkirin li dijî sûriyeyiyan wekî derxistina wan ji malan, dikanan, tengavkirin û gef zêde bûne. Her wiha şaredariyan jî tedbîrên hişk girtin ku qedexeya derketinê li wan birî, şert û mercên kirêkirina malan li wan giran kirin, neçar kirin ku daneyên xwe yên kesayetî parve bikin û gefa derxistinê li wan xwarin.

Li kêleka wê, dezgehên çapemeniyê û xîtabên hin siyasetmedaran asta nefretê û sorkirinê li dijî sûriyeyiyan zêde kir.

Wezîrê kar û barên hundir û şaredariyan ê Lubnanê Besam Mulawî herî dawî gotibû: "Em nahêlin penaberên sûriyeyî bibin sedema tevliheviya ewlehiyê. Em li Lubnanê ne nîjadperest in, lê divê qanûn pêk were, ewlehî û welat were parastin. Divê şert û mercên niştecihbûnê, kar û peyman pêk werin da ku penaberên sûriyeyî bên parastin. Ji ber wê ewlehiya giştî ya Lubnanê, rewşa her sûriyeyiyekî li Lubnanê dinirxîne kar rewa ye yan na, heke ji ber sedemên ewlehiyê ne yan na. Lubnan nikare penaberiya aborî tehemul bike. Em xîtaba fitneyê red dikin. Divê em xwe bispêrin qanûn û dewletê û guh nedin bertekên nîjadperest.”

NÎJADPERESTIYA LI DIJÎ SÛRIYEYIYAN LI DIJÎ LIHEVKIRINÊN NY`YÊ YÊN LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ YE

Divê em ji bîr nekin ku penaberên sûriyeyî ji aloziyê û tundiya li welatê xwe reviyane Lubnanê. Lê belê îro rûbirûyî, îşkenceyê, muameleya hişk a dermirovî ji aliyê desthilata Lubnanê, aliyên aktîf û welatiyan ve ne. Ev helwest li dijî peymana mafên mirovan û peymana UNCAT ku Lubnanê sala 2000`î îmze kiriye.

Rojnamevan û çalakvana hiqûqî Nahle Selame li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Bê guman kuştina Paskal Silêman, bi awayekî neyînî bandor li sûriyeyiyên li Lubnanê kir. Bûyerên tundiyê û nîjadperestiya li dijî wan, qanûn û peymanên navneteweyî yên ku Lubnanê îmze kirine û rêzgirtina mafên mirovan disepîne, binpê dikin.”

Nahle wiha domand: “Çima penaberê sûriyeyî yê ji şer, çewisandin û kuştinê reviye, li Lubnanê rûbirûyî çarenûsekek xirabtir bibe? Çima hemî sûc bi penaberên sûriyeyî ve tên girêdan? Çima sedema aloziyên siyasî û aborî penaberê sûriyeyî ye?”

Nahle destnîşan kir ku divê Lubnanê li gorî peymanên mafên mirovan tev bigire û divê dewlet rewşa sûriyeyiyan çareser bike û bi awayekî cidî bi wan re mijûl bibe, rê nede siyasetmedaran, partiyan û welatiyan zimanê reşkirinê bi kar bînin û got: “Gelek girîng e ku reşkirin bi taybet li ser dikên tevna civakî û xîtabên nefretê bên rawestandin.”

Dosyaya penaberê sûriyeyî di xetereyê de ye heke bi awayekî cidî û mirovî pê re dan û standin nehat kirin û divê dewleta Lubnanê erkên xwe bîne cih, rewşa wan çareser bike, belgeyên wan hêsantir bike û dosyaya wan binirxîne.

Nahle destnîşan kir ku divê dewleta Lubnanê bi desthilata Sûriyeyê re peywendiyê bike ji bo ku vegera dildarî ya penaberên sûriyeyî dabîn bike û wiha domand: "Nabe penaberên sûriyeyî rûbirûyî çarenûseke nediyar li gel vê tundiyê, nîjadperestinê û reşkirinê, bên hiştin.”

Di dawiyê de Nahle bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û di mijara penaberiya sûriyeyî de piştgiriya Lubnanê bikin ji bo ku rêzgirtin û rûmeta sûriyeyiyan bê dabînkirin.

(şx)

ANHA