Ekonomîst Ahmet Pelda: Li Iraqê karê Erdogan zehmet e

Ekonomîst Ahmet Pelda diyar kir ku di hevdîtina Erdogan-Sûdanî de dê peymanên aborî werin îmzekirin, lê dê zehmet be ku ev yek li qada siyasetê û qada leşkerî bê qebûlkirin û got "Tawîzên siyasî yên ku Erdogan li bendê ye, ne pêkan in.”

Ekonomîst Ahmet Pelda: Li Iraqê karê Erdogan zehmet e
21 nîsan, 2024   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Piştî 12 salan serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 22’yê Nîsanê diçe serdana Iraqê. Aborînas û nivîskar Ahmet Pelda têkildarî mijarê ji ANHA'yê re axivî.

Ahmet Pelda diyar kir ku Erdogan di serdema desthilatdariya xwe ya 20 salan de, di pêvajoya herî dijwar de ye û got rewşa heyî domdar nabe, ji ber vê yekê Erdogan neçar e biryarên nû bide. Pelda diyar kir ku Erdogan bi rîska windakirina desthilata xwe re rû bi rû ye û bi van biryaran re Tirkiyeyê ber bi xitimandinê ve dibe û got: “Polîtîkaya ku di nava 10 salên dawîn de meşand, bi temamî xitimî. Her wiha ji aliyê aborî ve jî belkî jî Tirkiye di serdema herî nebaş a dîroka xwe de ye.”

‘MECBÛRIYETÊN KU ERDOGAN NAXWAZE’

Pelda diyar kir ku ji bo Tirkiye ji krîzê derkeve divê polîtîkaya xwe biguherîne û di aboriyê de veguherîneke bingehîn pêk bîne û wiha axivî: "Ev rewş, rêkeftinên siyasî yên ku Erdogan qet naxwaze, mecbûr dike. Bicihanîna daxwazên dosyayên DMME’yê, serbestberdana girtiyên siyasî, zelalkirina hesabên aborî, qutkirina pereyê didin çeteyan û xerckirina leşkerî û pêşîgirtina li pereyê reş û bazirganiya narkotîkê, mecbûrî ne. Di rewşeke bi vî rengî de Erdogan dê neçar bimîne ku dest ji êrişa li ser Rojava û Başûrê berde. Lê nikare vê qebûl bike û her tim li pey rêyên cuda ye. Projeya Rêya Geşepêdanê jî xizmetê ji vê armancê re dike.”

‘ARMANC NE PROJEYEKE PÊŞKETINÊ YE’

Pelda bal kişand ser Projeya Rêya Geşepêdanê ku yek ji mijarên sereke ye ku Erdogan dê di serdana xwe ya Iraqê de nîqaş bike û diyar kir ku ne pêkan e ev proje pêk were. Pelda xuya kir ku lêçûnên projeyê ku tê payîn 17-20 milyar dolar be, Tirkiyey nikare bide û wiha pê de çû: "Ji aliyê teknîk ve projeyeke ku dê di demeke kurt de pêk were, nîn e. Ji ber ku qebûlkirineke wê ya navneteweyî nîn e, ne pêkan e ku krediyan bistîne û destek an jî hevkariya hin dewletan wergire.”

Pelda got: "Fîzîbîleteya projeyê û xetên wê hin niyetan deşîfre dikin. Erdogan armanc nake di çarçoveya ewlehiya herêmên derbasbûnê de di pozîsyoneke leşkerî de be."

Pelda diyar kir ku di vê çarçoveyê de Erdogan hewl dide desteka sunniyên li Iraqê wergire û armanca wê ew e ku xweseriya Şengalê têk bibe, têkiliyên di navbera Başûr û Rojava de bişikîne û di siyaseta navxweyî ya Iraqê de bi bandor be.

‘RÊVEBERÊN IRAQÊ BI REWŞÊ DIZANIN LÊ...’

Ekonomîst Ahmet Pelda nêzîkatiya rêveberiya Iraqê ya li Projeya Rêya Geşepêdanê jî wiha nirxand: “Bê guman rêveberên Iraqê bi vê dizanin. Lê bêaramiya aborî û siyasî wan mehkûmî Tirkiyeyê dike. Wek mînak zêdekirineke biçûk a avê ji bo Iraqê û alîkariya wê ya di petrolê de di xeta Kerkûk-Yûmûrtalikê de, ji bo hikumeta Sûdanî di demeke kurt de gelekî girîng e. Her wiha Sûdanî bi temamî xwe xurt nabîne û wisa ye jî. Ji ber vê yekê plan dikir ku qet nebe bi alîkariya aboriyê hêza siyasî bi dest bixe û di vê çarçoveyê de bi erênî nêzî daxwazên Tirkiyeyê bû. Her wiha piştgirî da serdan û pêşniyarên Erdogan jî. Lê ev planên pêşîn jî guherîn.”

‘TAWÎZÊN SIYASÎ YÊN ERDOGAN DIXWAZE DÊ NEYÊN DAYÎN’

Pelda diyar kir ku karê Erdogan li Iraqê zehmet e û got: “Serdana Sûdanî ya li Amerîkayê ji bo Sûdanî bû ava heyatê. Ji wir jî soza piştgiriya siyasî û aborî wergirt. DYA vê hêzê jî bi kar tîne û pêşniyaran li Tirkiyeyê dike. Ev yek jixwe di hevdîtinên şandeyên her du welatan de tê dîtin. Başbûna têkiliyên aborî yên Tirkiyeyê yên bi Iraqê re, zêdekirina rêjeya avê, zêdebûna bazirganîyê û destpêkirina firotina petrolê ji her du alîyan re erênî ye. Lê tawîzên siyasî yên ku Erdogan di berdêla wê de li bendê ye, ne pêkan in. Mînak; bi rengekî neyekser be jî hate ragihandin ku hikumeta Iraqê tevî xwestekên Erdogan jî ji PKK'ê re nabêje 'terorîst'.”

‘PDK DÎLGIRTÎ YE’

Pelda diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê jî dê li gorî daxwaza Tirkiyeyê nemeşe û got: “PDK ji aliyê siyasî û aborî ve bêhtir zirarê dibîne. Têkiliya di navbera Tirkiye û PDK'ê de, PDK ji aliyê aborî, îstîxbaratî, leşkerî û îdarî ve dîl kiriye. PDK ji ber Tirkiyeyê bi hikumetên Iraq, Îran, welatên herêmê û heta Amerîkayê re ketiye nava nakokiyan. Ji ber ku heta nikare berjewendiyên xwe jî biparêze.”

Ahmet Pelda destnîşan kir ku di hevdîtina Erdogan-Sûdanî de dê peymanên aborî bên îmzekirin, lê belê ev yek dê di qada polîtîk û leşkerî de badora xwe nîşan nede.