Li Laziqiyê leşkerekî Şamê hat kuştin

Hat ragihandin ku li gundewarê Laziqiyê leşkerekî hikumeta Şamê di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de hatiye kuştin.

Li Laziqiyê leşkerekî Şamê hat kuştin
1 tîrmeh 2024   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  ragihand ku çeteyên Ehrar El Şam ê girêdayî dewleta Tirk a dagirker li eniya Girê Ebû Esed ê gundewarê bakurê Laziqiyê êriş pêk anî. SOHR diyar kir ku di êrişê de leşkerekî Şamê hat kuştin.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve 261 kes di êrişên bejahî yên li "Herêma bêçek" de hatine kuştin.

(bb)