Balafirên şer Çiyayê Metînayê bomebarankirin, şewatek mezin derket
Dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Metînayê yê li Amêdiyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de şewatek eraziyê ket.
Li gor zanyariyan beriya çend kêliyan balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Metîna yê li bajaroka Amêdî ya ser bi Dihokê bombebaran kir.
Li gor heman zanyariyan ji ber bombebaranê agirek mezin bi eraziyê deverê ketiye û saziyên pewyendîdar ên Herêma Kurdistanê ti hewldanek ji bo vemirandina agir nakin.
Di rojên dawî de artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser çiyayê Metînayê zêdekiriye, gelek leşker, çekên giran û wesayîtên zirxî li gundên deverê bicih kiriye. Rojane ji ber êrişên dewleta Tirk gundên li deverê vala dibin û wêran dibin. Li beramber de jî hikûmeta demborî ya Mesrur Barzanî û hikûmeta Iraqê bêdengin.