Pirsgirêkên jiyanî û xizmetguzariyê li parêzgeha Hesekê mezin dibin

Li parêzgeha Hesekê pirsgirêkên jiyanî û xizmetguzarî mezin dibin. Nan, veguhastin, sotemenî û elektrîk biha bûne, aloziya pevguhertina pereyan jî didome û hîna pereyên genim ên cotkaran nedane. Welatî dibêjin biryarên dawiyê yên hikumetê neyînî bandor li jiyana wan kiriye û barê wan giran kiriye.

Pirsgirêkên jiyanî û xizmetguzariyê li parêzgeha Hesekê mezin dibin
Pirsgirêkên jiyanî û xizmetguzariyê li parêzgeha Hesekê mezin dibin
5 îlon, 2026   05:08
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Li parêzgeha Hesekê pirsgirêkên xizmetguzariyê hene, gel tîne ziman ku nan, kirêya erebeyên veguhastinê, sotemenî û elektrîk biha ne, her wiha pirsgirêka pevguhertina pereyên kevn û yên nû nehatiye çareserkirin û hîna pereyên cotkaran ê genim nedane. 

Piştî ku hikumeta veguhêz saziyên enerjî û sotemeniyê bi rê ve dibe, ev pirsgirêk derketin, berê saziyên Rêveberiya Xweser berpirsyariya pêdiviyên xizmetguzariyê rakiribû, mazot bi nirxekî kêm belav dikir, pirsgirêka nan û veguhastinê nebû, cotkaran di wextê xwe de pereyên xwe yên genim werdigirt û xwediyên jeneratoran mazota xwe digirt û elektrîk li ser gel qut nedikir.

Piştî ku hikumeta veguhêz van saziyan bi rê ve dibe, êdî pirsgirêk derketine, welatî dibêjin mûçeyê wan têrê nake ku pêdiviyên xwe pêk bînin û her tişt biha bûye yan jî nayê peydakirin.

PIRSGIRÊKEKE BI PEREYÊN NÛ VE GIRÊDAYÎ

Piştî pirsgirêka pereyên nû derket êdî pirsgirêka nan û ard jî çêbû, welatî li parêzgeha Hesekê nikarin nan bikirin, ji ber ku aş ard bi pereyên kevn nadin firinan, xwediyên firinan an dê bi pereyên nû ard bikirin an jî bi rêya sîstema Sham Cash ardê xwe ji aşan wergirin.

Têkildarî vê pirsgirêkê çend caran Hesekê û Şam li hev civiyan lê negihîştin çareseriyê.

Her wiha xwediyên firinan niha lîtreyeke mazotê bi 12 hezar û 100 lîreyê Sûriyeyê yê kevn û ji bazara reş dikirin. Di vê dema dawiyê de nan biha bû, desteke nan berê bi 3 hezar û 500`î dikirîn niha bûye 4 hezar û 500.

Xwediyên firinan dibêjin heyanî ew pereyên kevn dikin ên nû, ew neçarin serê milyonekî yê kevn 80 hezarê kevn zêde bidin. Di vê rewşê de welatî dibêjin ew neçar mane ku nan biha bikirin.

BIHABÛNA SOTEMENIYÊ BANDORÊ LI VEGUHASTINÊ DIKE

Bihabûna sotemeniyê ne tenê bandorê li buhayê nan kir, her wiha kirêya erebeyan gelekî biha bûye.

Rêveberê garaja erebeyan a li Qamişloyê Telal Hisên got: "Ew nikarin bihayê veguhastinê têxin bin kontrolê de, ji ber ku ajoker neçar dimînin ku mazotê ji benzînxaneyên taybet wergirin û her benzînxaneyek li gorî xwe buhayê mazotê diyar dike. Hikumet mazotê sîstematîk nade ajokaran û ev yek bandorê li kirêya erebeyan dike. Di dema Rêveberiya Xweser de welatî ji bo ku ji Qamişloyê biçin Amûdê kirêya rê 8 hezar lîre dida lê niha 20 hezar lîre didin."

Li Qamişloyê jî kirêya erebeyan biha bûye, ajokaran got piştî mazot li ser wan qut kirine, pirsgirêk derketine û barê wan û welatiyan giran bûye. Her wiha diyar kirin ku berê taksiyên taxên Qamişloyê 2 hezar lîre ji welatiyan werdigirt lê niha 5 hezar lîre werdigirin. Ji bo sedema bihabûnê ajokaran got Rêveberiya Xweser lîtreyeke mazotê bi 525 lîre dida ajokaran lê niha lîtreyeke mazotê bûye 13 hezar û 300 lîreyê kevn, a nû jî bi 121 lîreyî ye.

PIRSGIRÊKA PEREYÊN NÛ NEHATIYE ÇARESERKIRIN

Li parêzgeha Hesekê ne tenê pirsgirêka nan, sotemenî û veguhastinê heye, peydanekirina pereyên nû jî pirsgirêk e û bandorê li hemû qadan dike.

Welatiyan got ew ji bo pereyên kevn biguherînin zehmetiyê dibînin, tenê li Qamişloyê navendek heye û navenda dîtir jî li Hesekê ye. Pereyên nû li her du navendan kêm in, hinek welatî neçar dimînin sîstema Sham Cash bi kar bînin.

Welatiyan diyar kir ku ji ber polîtîkayên aborî û xizmetguzarî yên hikumetê gelek pirsgirêkên wan hene û ew daxwaza çareseriyê dikin.

ELEKTRÎK JÎ PIRSGIRÊK E

Li parêzgeha Hesekê ji bo welatî pêdiviya xwe ya elektrîkê pêk bînin, empêran ji jeneratoran dikişînin. Piştî ku mazot li ser xwediyê jeneratoran qut kirine empêr gelekî biha bûne. Berê empêrek bi 15 hezar lîreyê kevn bû, niha li gorî biryara Gerînendetiya Sotemeniyê ya Qamişloyê empêrek bi 10 dolarî ye. Pirsgirêka elektrîkê bi pirsgirêka sotemeniyê ve girêdayî ye. Çi qasî mazot biha bibe, empêr jî biha dibin.

PEREYÊN GENIM HÎNA NEDANE

Di vê pêvajoyê de ne tenê pirsgirêkên xizmetguzariyê hene, pirsgirêkên çandiniyê jî hene. Hikumeta veguhêz toneke genim bi 46 hezar lîreyê nû ji cotkaran kirî. Rêveberiya Xweser par toneke genim bi 420 dolarê amerîkî ji cotkaran kirîbû û mazot jî dida cotkaran, lê îsal hikumeta veguhêz buhayê genim daxistibû û mazotê jî nade cotkaran. Heyanî niha cotkaran pereyên genim wernegirtiye û dê pirsgirêkên wan ên çandiniyê derkevin.

PIRSGIRÊK KOM BÛNE Û LI SEDEMA WÊ DIPIRSIN

Piştî ku hikumeta veguhêz qada xizmetguzarî û çandiniyê bi rê ve dibe pirsgirêkên nan, sotemenî, veguhastin, pevguhertina pereyan û çandiniyê derketin.

Welatiyan got ji ber biryarên hikumeta veguhêz pirsgirêk derketine û nayên çareserkirin. Ji hikumeta veguhêz daxwaz kirin ku li gorî rewşa wan a aborî û xizmetguzariyê biryaran bide da ku welatî bikarin pêdiviyên xwe pêk bînin û mafên karker û cotkaran neyên binpêkirin.

Di vê rewşê de welatî dipirsin gelo hikumeta veguhêz dikare van pirsgirêkan çareser bike û pirsgirêk mezintir nebin?

(np)

ANHA