Parêzgarê Hesekê û nûnerê wezareta hundirîn mekanîzmeya pêkanîna biryara 13'an nîqaş kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û rêveberê giştî yê kar û barên sivîl ê wezareta hundirîn a hikumeta demkî Abdullah Abdullah mekanîzmeya bicihana biryara 13'an nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê û nûnerê wezareta hundirîn mekanîzmeya pêkanîna biryara 13'an nîqaş kir
3 adar, 2026   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed li avahiya parêzgariyê bi rêveberê giştî yê kar û barên sivîl ê wezareta hundirîn a hikumeta demkî ya Sûriyeyê Abdullah Abdullah re civiya.

Di civînê de mekanîzmeya bicihanîna biryara 13'an a dayîna nasnameya sûriyeyî bo Kurdan ên bênasname nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de her du aliyan li hev kirin ku mekanîzmeyeke diyar ji bo bicihanîna biryarê were dayîn, komîteyên pispor werin avakirin ku mîsyona pêşwazkirina serlêdanan û lêkolînkirina wan li gorî qanûnan werin avakirin.

Çav li rê ye ku piştî temamkirina amakdariyan, dê demek nêzî ji bo pêşwazîkirina serlêdanê were diyarkirin.

(bb)