Li Kobanê şevbuhêrka hunerî

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna dengbêjên Hesekê şevbuhêrkeke hunerî û dengbêjî hat lidarxistin.

Li Kobanê şevbuhêrka hunerî
Li Kobanê şevbuhêrka hunerî
Li Kobanê şevbuhêrka hunerî
Li Kobanê şevbuhêrka hunerî
Li Kobanê şevbuhêrka hunerî
Li Kobanê şevbuhêrka hunerî
Li Kobanê şevbuhêrka hunerî
Li Kobanê şevbuhêrka hunerî
Li Kobanê şevbuhêrka hunerî
12 mijdar 2024   19:07
KOBANÊ

Di çarçoveya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê li dijî desteserkirina şaredariyan de, endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bi hevkariya Navenda Xabûr a bajarê Hesekê şevbuhêrkeke hunerî û dengbêjî li dar xist. Şevbuhêrk, bi dirûşma `Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin` li Kobanê hat lidarxistin.

Di şevbuhêrkê de endama rêveberiya Şano ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Leyla Ehmed axivî û got: "Tu kes nikare me ji çand û kultûra me bi dûr bixe. Em ê bi çand û dengbêjiya xwe hem azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin hem jî piştgiriya xwe ji gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê nîşan bidin."

Dûre jî koma Şehdî Hogir û koma dengbêjiyê ya Kobanê stranên xwe yên gelêrî û stranên folklorîk pêşkêşî kirin.

(sş/fr)

ANHA