Li Reqayê pankartên 25ˋê Mijdarê hatin daliqandin

Di çarçoveya pêngava têkoşîna dijî tundiya li ser jinan a "Bi feslefeya Jin, Jiyan, Azadî, xwe biparêze", pankartên bi daxwaza azadiya jinan û bidawîkirina tundiya li ser wan, li qadên bajarê Reqayê hatin daliqandin.

Li Reqayê pankartên 25ˋê Mijdarê hatin daliqandin
Li Reqayê pankartên 25ˋê Mijdarê hatin daliqandin
Li Reqayê pankartên 25ˋê Mijdarê hatin daliqandin
Li Reqayê pankartên 25ˋê Mijdarê hatin daliqandin
Li Reqayê pankartên 25ˋê Mijdarê hatin daliqandin
Li Reqayê pankartên 25ˋê Mijdarê hatin daliqandin
Li Reqayê pankartên 25ˋê Mijdarê hatin daliqandin
Li Reqayê pankartên 25ˋê Mijdarê hatin daliqandin
12 mijdar, 2024   19:14
REQA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, xwe biparêze" yên bi boneya 25ˋê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û nivîsgehên jinan ên meclisên Reqayê, pankart li kolan û qadên bajêr daliqandin.

Di pankartan de bal li ser girîngiya azadiya jinan û bidawîkirina tundiya li ser wan, hat kişandin.

Pankart li qada Jina Azad, Parka Jinan û Pira Nû hatin daliqandin.

Hemwextî wê, rêzeçalakiyên şermezarkirina tundiya li ser jinan, li seranserî bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

(mh/fr)

ANHA