Hem sirgun kirin û hem îşkence kirin

Girtiyê siyasî Îsmaîl Tuzun ku 20 sal in girtî ye û herî dawî li girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê girtî bû, sirgunî Girtîgeha Kirşehîrê ya bajarê Tirkyê kirin. 

Hem sirgun kirin û hem îşkence kirin
11 adar, 2024   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di 8’ê adarê de girtiyê bi navê Îsmaîl Tuzun ê ku 20 sal e girtî ye ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê kirin. Di vê pêvajoya sirgunê de Tuzun rastî gelek tundî û binpêkirinên mafan hat. Tuzun, serborî û serpêhatiyên xwe bi rêya malbata xwe ji rojnameya Xwebûnê re ragihand. 

Malbata Tuzun, destnîşan kir ku Îsmaîl Tuzun bi telefonê li wan geriya ye û ev tişt parve kiriye; “Roja înê (8’ê Adara 2024) ji nişka ve hatin qawişê û ji min re gotin tu sirgun dibî. Nehiştin ez xwe amade bikim, alav û amûrên xwe kom bikim, ez anîm Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê. Li vê derê xwestin li ser min lêgerîna tazî pêk bînin. Min ev yek qebûl nekir. Min avêtin erdê û bi amadebûna Sergardiyan û Midûrê Girtîgehê li min dan, tundî û îşkence li min kirin.  Piştî îşkenceyê min avêtin hucreya yek kesî. Ji ber derba gardiyanan laşê min diêşe lê min derman jî nakin. Her wiha destûr nedan ku ez agahiya sirgunê bidim malbatê.”

Malbatê bi berdewamî destnîşan kir ku Tuzun girtiyê nexweş e û di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de ye û xwest demildest dawî li vê tundiyê li ser Tuzun bê anîn û ew bê dermankirin.