Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJ‘ê

Li bajarê Kobanê bi armanca piştgiriya YPJ‘ê konserek hat lidarxistin.

11 hezîran, 2026   14:44
KOBANÊ

Kampanyaya "Em hemû YPJ ne, YPJ hebûna me ye" ku 26‘ê Nîsanç ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Rojava ve hatibû destpêkirin, dewam dike.

Tevgera Hîlala Zêrîn bi tevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê konserek li dar xist. Konser li Navenda Baqî Xido bi amadebûna şêniyên bajar û şervanên YPJ‘ê pêk hat.

Konserê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên YPJ‘ê Dilbirîn Kobanê axivî û got: "Em gelê xwe yê birûmet silav dikin û em soz didin ku em ê parastina we bidomînin. Me bedelên giran û leheng dan. Em ê heya dawiyê wefadarên soza xwe bin û laqiyî fedakariyên şehîdan bin."

Dilbirîn Kobanê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku mafê tu kesî nîn e ku bi rewatiya YPJ‘ê gumanan bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Eger gel hêza me rewa dibîne û qebûl dike, em bi gelê xwe re ne û em hewl didin baweriya wê ya bi serketinê pêk bînin. Dema ku dayikek bi destê keça xwe digire û dide YPJ‘ê da ku bi aramî bijî, ev ji me re jêdera serfirazî û rûmetê ye. Tu kes nikare biryaran li ser me bide. Em ê çarenûsa xwe diyar dike. Mafê me yê rewa heye ku gelê xwe biparêzin. Dema hêzên tarî yên DAIŞ‘ê êrişî kir, YPJ‘ê li hemberî wê mertal bû. Ji ber vê yekê her kes deynkarên YPJ‘ê ne. Em ji artêşa xwe dûr nakevin. Hêz û hişmendiya me ya têrker heye ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin."

Piştî axaftinan komên Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Baqî Xido bi stranên xwe piştgirî da YPJ‘ê.

(bb)

ANHA