Hewldana derxistina tevliheviyê li gundê Aşmê yê Kobanê hat têkbirin

Li gundê Aşmê yê Kobanê hin kesan hewl da tevliheviyê derxin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn mudaxele kir û rê li ber tevliheviyê girt.

Hewldana derxistina tevliheviyê li gundê Aşmê yê Kobanê hat têkbirin
11 hezîran, 2026   13:45
KOBANÊ

Li gundê Aşmê yê Kobanê hin kesan hewl da tevliheviyê di navbera Kurd û Ereban de derxin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn mudaxele kir û nehişt rewş aloztir bibe.

Piştî bûyerê gelek agahî û idîayên cuda li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin. Bi van îdia û agahiyan hewl dan rûdanan berevajî bikin û tevliheviyê di navbera şêniyan de derxin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bi dest xistine, rewşa gund aram e. Hewldanên aliyên têkildar ên parastina aştiya navxweyî û rêgirtina li ber fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyan de, dewam dikin.

(bb)