Yekitiya Esnafan a Kantona Firatê konferansa xwe li dar xist

Konferansa Yekitiya Ensafan a Kantona Firatê ya yekemîn Ii Kobanê hat lidarxistin.

21 cotmeh, 2025   15:01
KOBANÊ

Yekitiya Esnafan a Kantona Firatê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist. Konferans li hola Navenda Komîteya Lihevanînê ya li Kobanê pêk hat.

Di konferansê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa axivî û wiha got: “Divê di vê konferansê de hemû pirsgirêk werin nîqaşkirin û çareserkirin. Di heman demê de divê em xwe di hemû aliyan de bi pêş bixin. Ji destpêka şoreşê heya roja me ya îro bi saya şehîd û şervanên me, me herêm ji terorê rizgar kir û gavan ber bi pêşketinê ve diavêjin. Divê em timî di nava têkoşînê de bin. Barajê Kobanê bi keda Yekitiya Esnafan bi pêş ket. Em bi hêvî ne ku em gavên xurttir biavêjin.”

Piştî axaftinê hevserokê Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nezhan Ebdulbaqî Mehmûd rêziknameya yekitiyê xwend û rêvebera Odeya Bazirganiyê ya Kantona Firatê Mîdya Ebdo jî rapora kar û xebatên 2 salan ên Yekitiya Esnafan a Kantona Firatê xwend. Beşdaran der barê rêziknameyê de nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di dawiya konferansê de hilbijartin pêk hatin. Rifet El Omer wek hevserokê nû yê yekitiyê hat hilbijartin û hevseroka yekitiyê Gulistan Elî jî li ser erka xwe ma. Her wiha hevserokên yekitiyê hatin xelatkirin.

(sş) 

ANHA