Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Li bajarê Humsê cenazeyê ciwanekî ku ajokarî dikir, hat dîtin. Hate zanîn ku ciwan ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin.

Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21 cotmeh, 2025   15:02
HUMS

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji Humsê dane, ciwanê bi navê Elaa Mihemed Îbrahîm ê ji taxa Kerem El Lewz, kuştî hatiye dîtin.

Elaa ajokarekî teksiyê ye, êvara duşemê (20 Cotmeh) ji bo kar derketibû û piştî çend saetan agahî jî qut bûye. Piştî çend saetan cenazeyê wî li Nexweşxaneya El Weir hat dîtin. Heya niha teksiya wî jî ne xuya ye.

Hate zanîn ku Elaa bi şev hatibû kuştin û cenazeyê wî avêtibûn taxa Qerabîs.

Nehat zanîn bê kê Elaa kuştiye.

(bb)

ANHA