Li Kobanê bilindbûna bihaya mazotê bandor li çandinî û madeyên bingehîn kiriye

Cotkar û xwediyên patozan ên ji Kobanê bi destpêkirina mewsima çinîna genim û ceh re zehmetiyên peydakirina mazotê û bilindbûna bihayan dikişînin. Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê hişyarî li ser hilweşîna zêde ya debarê û xizmetguzariyê da, ger krîza mazotê wiha dewam bike.

Li Kobanê bilindbûna bihaya mazotê bandor li çandinî û madeyên bingehîn kiriye
Li Kobanê bilindbûna bihaya mazotê bandor li çandinî û madeyên bingehîn kiriye
Li Kobanê bilindbûna bihaya mazotê bandor li çandinî û madeyên bingehîn kiriye
Li Kobanê bilindbûna bihaya mazotê bandor li çandinî û madeyên bingehîn kiriye
Li Kobanê bilindbûna bihaya mazotê bandor li çandinî û madeyên bingehîn kiriye
19 hezîran, 2026   03:25
KOBANÊ
DICLE EHMED

Bajarê Kobanê di van demên dawî de, ji ber kêmbûna mazotê û bilindbûna bihaya wê, rû bi rûyê krîzeke zêdebûyî ye. Vê yek bandoreke rasterast li ser beşa çandiniyê û karûbarên bingehîn kir û bû sedema zêdebûna lêçûnên hilberînê û bilindbûna bihayê xurekê, bi taybetî jî nan.

Çotkar û xwediyên alavên çandiniyê diyar kir ku bilindbûna bihayê sotemeniyê û kêmbûna mîqdara berdest bandor li ser hemû qonaxên karê çandiniyê kiriye; ji cotkirinê bigire heya avdan û çinînê, heya veguhestin û bazarkirina hilberan.

Di vê çarçoveyê de, çotkar Xelîl Ehmed Mistefa got ku her çend barana zêde ya îsal alîkariya kêmkirina hewcedariya avdanê kiribe jî, lê cotkar ji bo misogerkirina pêdiviyên hilberîna çandiniyê bi dijwariyên mezin re rû bi rû ne."

Mistefa diyar kir ku bilindbûna bihayê mazotê û nebûna wê bi mîqdara têrker, dê ji bo gelek çotkaran re bûbûya zehmet berhemên xwe av bidin û hewcedariyên wan peyda bikin. Vê jî dê bandoreke neyînî li ser hilberîna çandiniyê bikira.

Di berdewama axaftina xwe de Mistefa destnîşan kir ku bihayê pêdiviyên çandinî û çinînê bi awayekî berbiçav bilind bûye, ku bihayê tûrek vala ya genim an ceh digihîje nêzîkî 2,5 dolarî û her weha bihayê tov, zibil û hemû pêdiviyên din ên hilberînê jî bilind bûne.

Mistefa li axaftina xwe zêde kir ku bihayê kirîna genim ne li gorî mezinahiya lêçûnên çotkaran e, nemaze ku hin ji wan tovê genim bi bihayê digihîje nêzîkî 500 dolarî ji bo her tonê kirî ne. Ev yek marjînala qezencê sînordar kiriye û bûye sedema ziyanên darayî ji bo gelek kesan.

Mistefa anî ziman ku bilindbûna bihayê mazotê barê çotkaran zêdetir kiriye, ji ber ku lêçûna cotkirinê û çinînê jî bilind bûye. Li kêleka wê jî ji ber bilindbûna lêçûnên sotemeniyê, lêçûna alavên çandiniyê jî bi awayekî berbiçav bilind bûye.

Girêdayî mijarê, Mistefa destnîşan kir ku her hektarek erdê avî hewceyê nêzîkî 425 kîlogram genim e, ji bo ku hilberînek aborî ya pejirandî peyda bibe. Lê bilindbûna lêçûnan li hember kêmbûna bihayê bazarkirinê marjînala qezencê sînordar dike û gelek caran dihêle cotkaran rûbirûyî ziraran bibin.

Li aliyekî din jî, xwediyê yek ji patozan Salih Mihemed Elî, ji bilindbûna domdar a bihayê sotemeniyê û nebûna îstîqrarekê û mîqdara têrker a mazotê aciziya xwe anî ziman.

Elî diyar kir ku madeya sereke ya pêxistina alavan, veguhastina hilberînê ji nava zevî ber bi navendên depokirinê ve mazot e, ew jî dihêle biha zêde bibin û bandoreke yekser li kirêya patozan bike û barên darayî duqatî bike. Di dawiyê de jî barê giran li ser cotkaran e.

Bilindbûna bihayê sotemeniyê bandoreke rasterast li ser bihayê xurekên bingehîn kir. Bihayê nan ji 3000 lîreya Sûriyeyê derbasî 4500 lîreyan bû. Gel ji vê yekê aciz e, nemaze ku ew berê jî ji ber kêmbûna hêza kirînê û bilindbûna lêçûnên jiyanê zehmetiyan dikişînin.

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Kobanê Nebû Temo jî diyar kir ku îsal bajar rûbirûyê kêmbûneke dijwar a mazotê maye.

Temo destnîşan kir ku pêdiviya rojane ya Kobanê nêzîkî 5 tankerên mazotê heye. Lê di mehê de tenê 20 tanker digihîjin bajêr û her wiha qutbûnên dubare di peydakirinê de jî hene.

Sedema vê kêmbûnê ew e ku hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê rê li ber têketina şandina mazotê ya bo bajêr digirin. Ev yek krîza sotemeniyê zêdetir xirab kiriye.

Temo anî ziman ku ji ber kêmbûna mazotê mîqdara ji bo beşa çandiniyê hatiye veqetandin nehat dayîn. Berê Rêveberiyê piştgirî dida cotkaran ji bo sivikkirina lêçûnên hilberînê. Lê niha ev yek bandoreke neyînî li ser lêçûnên hilberîna çandiniyê û bihayên karûbarên bingehîn (nan, elektrîk û xazê) kiriye.

Temo destnîşan kir ku bihayê mazotê gihîştiye nêzîkî 88 sentan û bûye sedema bilindbûna bihayê gelek made û karûbaran. Her wiha hin stasyonên sotemeniyê ji ber kêmbûna mîqdarên berdest rawestiyane.

Temo di dawiyê de got bihayê xaza malê jî bilind bûye. Bihayê topê xazê gihîştiye nêzîkî 200 hezar lîreyên Sûriyê, li kêleka wan jî nan û madeyên din ên bingehîn biha bûne.

(fr)

ANHA