Li Kobanê bi hezaran kes li dijî êrişan meşiyan

Şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê daketin qadan.

16 ÇILE, 2025   14:04
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê meşiyan.

Meşê ji Qada Jina Azad a li bajarê Kobanê destpê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Mizgîn di axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li li ser bendava Tişrînê û konvoya gel ku duh ber bi bendavê ve diçû, şermezar kirin.

Mizgînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrişên xwe li ser bendavê didomîne û got: “Sûcên şer û yê qirkirinê tên kirin. Îro li pêşiya çavê tevahiya cîhanê ev kiryar tên kirin, ambûlans, gel û rojnamevan tên hedefgirin. Lê gelê bi israreke herî mezin û bi moral li ber xwe didin û êrişên dagirkeriya Tirk têk bibin.”

Mizgîn Xelîl bang li gel kir ku divê li kêleka şervanên xwe bibin xelek û wiha pê de çû: “Divê gelê me xwedî li hêza xwe derkevin, li hember êrişên dagirkeriyê bibin bend û her tim divê em hêza xwe û welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzin.”

Meş bi dirûşmên “Berxwedana jiyan e” bi dawî bû.

(sş/bb)

ANHA