Li Hesekê Navenda Çanda Ermenî hat vekirin

Li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê Navenda Çanda Ermenî bi merasîmekê hat vekirin.

Li Hesekê Navenda Çanda Ermenî hat vekirin
Li Hesekê Navenda Çanda Ermenî hat vekirin
Li Hesekê Navenda Çanda Ermenî hat vekirin
Li Hesekê Navenda Çanda Ermenî hat vekirin
Li Hesekê Navenda Çanda Ermenî hat vekirin
Li Hesekê Navenda Çanda Ermenî hat vekirin
Li Hesekê Navenda Çanda Ermenî hat vekirin
Li Hesekê Navenda Çanda Ermenî hat vekirin
16 ÇILE, 2025   14:04
HESEKÊ

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi hevkariya Meclisa Civakî ya Ermenî li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê, Navenda Çanda Ermenî vekir.

Navenda Çanda Emenî bi armanca pêşxistina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de û parastina çanda gelên herêmê hat vekirin. Di merasîma vekirinê de bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û nûnerên meclisên leşkerî hazir bûn.

Piştî vekirina deriyê navendê, deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Firyal Çolî axivî. Firyal Çolî vekirina Navenda Çanda Ermenî li gelên herêmê pîroz kir û berxwedana QSD û YPJˈê jî silav kir.

Firyal diyar kir ku vekirina vê navendê di dîrok û çanda gelê Ermen de pêngavek û diyar kir ku ew ê projeya neteweya demokratîk a jiyana hevbeş ku ji tevahî cîhanê re bûye mînak nîşan didin.

Firyal Çolî anî ziman ku çanda gelan hebûna wan e û diyar kir ku çanda pêkhateyên herêmê biparêzin.

Şêwirmendê Meclisa Civakî ya Ermenî Îmad Teteriyan jî di axaftina xwe de got: "Osmaniyan siyaseta qirkirinê li dijî gel me pêk anîn. Di van qirkirinê de rewşenbîr û helbestvanên Ermen dikir armanc da ku çanda me ji holê rakin. Lê nezanîn ku neteweya Ermen di dîrokê de dibistaneke herî mezin e."

Di dawiya merasîmê de Koma Saya Nofa ya stran pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA