Ji bo koçberên Efrînê 900 hezar Euro hatin şandin

Di çarçoveya kampanyaya ku Hevysa Sor a Kurdistanê ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê dabû destpêkirin de, 900 hezar Euro hatin şandin.

Ji bo koçberên Efrînê 900 hezar Euro hatin şandin
16 ÇILE, 2025   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 29’ê Mijdara 2024’an ve êrişî herêma Şehba û bajarê Til Rifatê kirin. Ji ber êrişan bi sed hezar kesên ku di dema dagirkirina Efrînê (2018) de koçber bibûn, cara duyem neçarî koçberiyê bûn. 

Zêdetirî 200 hezar kes bi alîkariya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo herêmên bi ewle hatin veguhestin.

Di vê navberê de jî banga alîkariyê li sazî û dezgehên navnetewî hatin kirin. Hevya Sor a Kurdistanê ku navneda wê li Ewropayê ye jî, 3’yê Kanûna 2024’an ji bo piştevaniya koçberan Kampanya Alîkariya Lezgîn da destpêkirin.

Li gorî agahiyên ku rayederên Hevya Sor a Kurdistanê parve kirine, di 45 rojan de 900 hezar Euro hatine komkirin.

Alîkariya hatiye komkirin bi rêya Heyva Sor a Kurd a li Rojava, ji bo koçberan hatin şandin û hatin belavkirin.

Rayedarên Heyva Sor a Kurdistanê dan zanîn ku bi rêya alîkariyên ku Kurdên li derveyî welat û dostên wan dikin, di nav şertên giran ên zivistanê de pêdiviyên bi deh hezaran koçberan tên bicîhanîn.

Rayedaran diyar kirin ku dê kampanyaya wan berdewam bike û bang li herkesî kirin ku tevlî kampanyayê bibin.

Navnîşanên ji bo alîkariyê:

Heyva Sor a Kurdistanê e.V.

BANK: Kreissparkasse Köln

IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Armanca Alîkariyê: Rojava

PayPal:  https://www.paypal.com/donate/?hosted_button_id=ST5BWWFB7FPGS