Li Kobanê 2 şehîdên QSD`ê hatin oxirkirin û gerîlayekî HPG`ê hat bi bîr anîn

Şêniyên kantona Firatê şervanên QSD`ê şehîd Hemze û şehîd Mihemed oxir kirin. Her wiha gerîlayê HPG`ê Şiyar Qeremox bi bîr anîn.

2 cotmeh, 2025   20:17
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî û saziyên sivîl, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Hemze (Xalid Hesen) û şehîd Mihemed (Mihemed Şêx Hesen) ku di 1`ê Cotmeha 2025`an li Sirîn Qeseq şehîd bûbûn, li pakrewangeha Şehîd Dîcle oxir kirin.

Her wiha ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Şiyar Qeremox (Mahmûd Bekar) ku di 12`ê Sibata 2025`an de li Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, hat bi bîr anîn.

Piştî deqeya rêz, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Sara diyar kir ku şervanan her tim di xeta pêş de bûn û wiha domand: "Şehîdên me ji bo ku gelê xwe û axa xwe biparêzin canê xwe feda kirin. Her tim li hember dijmin tê dikoşin û li berxwe didin. Em ê jî xwedî li berxwedana şehîdên xwe derkevin û em ê şopdarên rêça şehîdên xwe bin. Em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mehmûd Dêmo wiha axivî: "Şervanan her tim hemberî dijmin berxwedaneke bê hempa meşandin. Şehîd Hemze û Mihemed her tim bi têkoşîna xwe dihatin naskirin û her tim li kêleka şervanên xwe bûn. Em jî wek Meclîsa Leşkerî soz didin ku em ê şopdarê rêya wan bin, xewn û xeyalên wan pêk bînin. Şehîdên me xeta sor in, em ê xwedî li mîrasa wan derkevin û xwîna wan li erdê nehêlin."

Li ser navê malbata şehîd Mihemed, Ismaîl Ismaîl axivî û anî ziman ku ew bi şehîdan xwe serbilind in û soz da ku ew ê tola şehîdên xwe ji dijmin hillînin û rêya şehîdan bişopînin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Dûre cenazeyên şehîd Hemze û şehîd Mihemed bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin veşartin.

(sş/şx)

ANHA